ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2024'AN 2024-11-23 09:01:09   * Nivîskar û lîstikvanê şanoyê Hayko Bagdat ku yek ji îmzevanê metna "Em dixwazin hêvî bikin û îhtîmala aştiyê mezin bikin" got: "Divê her kes ji bo aştiyê berpirsyariya xwe bi cih bîne. Em ê ji bo vê her tim bitêkoşin."   * Koordînatorê Akademiya Ma Musîcê Şêrko Kanîwar diyar kir ku ew ê li Stenbolê "Egîdê Cimo Ma"yê vekin û got: "Dixwazin çanda kurdî tune bikin. Em jî li dijî vê yekê bang li hemû malbatên kurd dikin ku bi destê zarokên xwe bigirin û werin. Ma Musîc a we ye."    * Dê danişîna doza kana zêr û sifirê di 27'ê Mijdarê de bê lidarxistin. Şêniyên gundê Gewrik ê Mêrdînikê ji bo piştevaniyê bang kirin.    * Dê geşedanên tayinkirina qeyûman ên li şaredariyan bên şopandin.    * Dê li Amed, Êlih, COlemêrg û Îzmîrê çalakiyên xizmên windayan bên lidarxistin. ( 12.00)    * Dayikên Şemiyê, dê li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya ji bo xizmên xwe yên winda bidomînin. (12.00)    * Dê li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş daxuyanî bên dayîn. (13.00)