Li Farqînê 400 donim zeviyên genim şewitî 2018-06-07 17:26:13   AMED – Li gundê Heyderka navçeya Farqînê ji ber têlên ceryanê li hev ketin û çirûskên agir jê bariyan agir bi zeviyên genim ket. Hat zanîn ku nêzî 400 donim zeviyên genim şewitî.    Li gundê Heyderka navçeya Farqîna Amedê têlên xetên ceryanê yên di nav zeviyan de derbas dibin li hev ketin û çirûsk jê bariyan. Ji ber çirûskan agir bi genim ket. Di yek kêliyekê de şewat berfireh bû û bi sedan donim erdê bi genim da ber xwe. Gundiyan mudaxeleyî agir kir û xwest bivemirîne. Gundiyan piştî hewldanek dirêj şewatê xistin bin kontrola xwe û vemirandin.    Li gorî agahiyên gundiyan dan nêzî 400 donim erdê bi genim şewitiye û xesarek mezin a gundiyan bûye. Gundiyan ragihand ku ew ê der barê şirketa ceryanê DEDAŞ’ê de giliyê sûc bikin.    Hat zanîn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.