Qeymeqam belavokên AKP’ê belav kir 2018-06-07 17:05:16   AMED – Li navçeya Çingûşê ya Amedê Qeymeqamê navçeyê Mehmet Durgut belavokên AKP’ê belav kir. Rêveberên HDP’ê yên li navçeyê jî ji aliyê polîsan ve hatin şopandin û astengkirin.    Walî û qeymeqam li bajarên herêmê xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê ya ji bo AKP’ê ji rêveberên AKP'ê bêtir birêve dibin. Li navçeya Çingûşê ya Amedê Qeyqemê navçeyê Mehmet Durgut esnafên navçeyê ziyaret kir û belavokên AKP’ê li esnaf û welatiyan belav kir. Qeymeqam di ziyaretê de ji bo AKP’ê re deng xwest.    Namzetê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gel rêveberên HDP’ê çû Çingûşê esnaf û gel ziyaret kir. HDP’î ji aliyê polîsan ve bi hinceta “em ewlehiyê we temîn dikin” bi maşîneyên zirxî û fermî  şopandin. HDP’yan da zanîn ku polîs li navçeyê zextê li ser welatiyan dikin.