‘Adresa çareseriyê em û HDP ne’ 2018-06-07 16:51:53   NAVENDA NÛÇEYAN - HDP’î kolan bi kolan, mal bi mal digerin, bi gel re tên gelhev, pirsgirêkên gel guhdar dikin û pêşniyarên çareseriyê pêşkêş dikin. Namzeta HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullarî, bal kişand ser polîtîkayên şer û got: “Li welatekê ku lê şer hebe, mirov nikare qala hizûrê bike.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xebatên hilbijartinê mal bi mal, kolan bi kolan û bajar bi bajar bi tempoyek lez û bez berdewam dike. HDP’î bi gel re tên gelhev, pirsgirêkên gel guhdar dikin û pêşniyarên çareseriyê pêşkêş dikin.    EDENE    Rêxistin û namzetên HDP’ê yên Edeneyê xebatên hilbijartinê bi hemû leza xwe berdewam dikin. Namzetê HDP’ê Edîp Çaçan û Berîtan Onen Yuregîr dikandar ziyaret kirin û ji bo partî bendavê derbas bike ji dikandaran deng xwest. Dikandarên gotin ew ê dengê xwe bidin HDP’ê, diyar kirin ku dê di 24’ê Hezîranê de dawî li hikûmeta yek zilamî bînin. Dîsan di heman demê de namzetên HDP’ê Sever Uzun û Denîz Varol çûn serdana gundên Yalak û Dagistan ên navçeya Ceyhanê û ji welatiyan xwestin dengê bidin HDP û dengekê bidin Demîrtaş. Namzet Kemal Pekoz jî çû serdana dikandarên Kocavezîr û dikandaran gazincên xwe yên derbarê kriza aborî de anîn ziman.    MÊRSÎN   Bi pêşengtiya namzetên HDP’ê li kolan, taxa û navçeyan Mêrsînê jî, xebatên hilbijartinê bi coşek mezin berdewam dikin. Namzetên HDP’ê çûn serdana komele, dikandar û malên navçeyên Tarsus, Akdenîz, Toroslar, Yenîşehîr û beşdarî civînên gel bûn. Namzetên xwe dan nasandin, pirsgirêkên gel guhdar kirin.    HATAY   Namzeta HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullarî, li navçeya Samandag a Hatayê ku eslê xwe ji wire, xebatên hilbijartinê bi rêve birin. Namzetên parlamenteriyê Hulya Kavuk û Kerem Nalbant jî, li navçeyê çûn serdana dikandaran. Hatîmogullarî ya pirsgirêkên dikandaran guhdar kir, bal kişand ser polîtîkayên şer û got: “Li welatekê ku lê şer hebe, mirov nikare qala hizûrê bike.”