Nobeta edaletê di hefteya 62’yemîn de ye 2018-06-07 16:00:09   STENBOL – Parêzer Zekî Dîren di hefteya 62’yemîn a Nobeta Edaletê de axivî û got: “Pêkanîna edaletê rastiyek teqez nayê nîqaşkirin. Serxwebûn, siberoj, azadî û aramiya gel bi edaletê pêkan e.”    Parêzeran di hefteya 62’yemîn de li ber Edliya Çaglayanê Nobeta Edaletê dewam kir. Parlamenterên CHP’ê Bariş Yarkadaş û Zeynep Altiok Akatli, Namzetê HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik, lîstikvan Levent Uzumcu, rojnameger Meşale Tolu, Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş û endamên Komeleya Yaşam Agaci tev li bûn.    Piştî nobet li hundirê edliyê hat girtin li ber deriyê C daxuyanî dan. Parêzer Zekî Dîren axivî û diyar kir ku di piştî darbeya 12’ê Îlonê deriyê Baroya Stenbolê kilît kirin û serokê wê demê yê baroyê OrhanApaydin kilîdê şikand û got: “Pêkanîna edaletê rastiyek teqez nayê nîqaşkirin. Serxwebûn, siberoj, azadî û aramiya gel bi edaletê pêkan e.”    Piştî Dîren, lîstikvan Levent Uzumcu jî helbesta bi navê Galîp Usta ya Nazim Hikmet xwend.    Nobet piştî axaftinan bi dawî bû.