Sewqiyata leşkerî ya ber bi sînor didome 2018-06-07 15:24:18 COLEMÊRG – Piştî duh ji Geverê sewqiyata leşkerî ber bi Şemzînanê ve çû, îro jî 3 balafirên leşkerî yên kargoyê li balafirgehê danîn.  Li Balafirgeha Selahaddîn Eyyubî ya navçeya Geverê ya Colemêrgê tevgera hewayî pêk tê. 3 balafirên leşkerî yên kargoyê li balafirgehê danîn û kelûpelên leşkerî jê hatin daxistin. Dema balafiran danî, tedbîrên ewlehiyê yên zêde girtin. Piştî danîna balafiran gelek otobusên leşkerî çûn balafirê.    Di vê navberê de duh li navçeya Geverê tevgera leşkerî hebû. Gelek maşîneyên zirxî ji baregehên leşkerî yên li Geverê şandin ber bi navçeya Şemzînanê.