Cezayê pere li Midûra Karê Nivîsan a DÎHA Muftuoglu birîn 2018-06-07 15:02:07 AMED - Dadgeha Amedê li Midûra Karên Nivîsan a DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin Dîcle Muftuoglu, ji ber nûçeyên servîs kirin. cezayên pereyan ê heqê Hezar û 41 rojan lê birîn û hikûm  taloqkirin.    Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Amedê, di doza Midûra Karê Nivîsan Dîcle Muftuoglu û Serokê Lijneya Rêveberiya Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) Zekeriya Guzupek ku di 30’ê Cotmeha 2016’an de bi biryara KHK’ê hat girtin de biryar da. Danişîna doza bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” ji 7,5 heya 15 salan cezayê girtîgehê dihat xwestin, li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Amedê hat dîtin. Muftuoglu û parêzerên rojnamegeran di danişînê de amade bûn.    Piştî danişînê dest pê kir, rojnameger Muftuoglu parastina dawî kir û  wiha got: “Ez îfadeyên xwe yên berê dobare dikim. Di çarçoveya rojnamegertiyê de min hemû nûçe çêkirin. Ez sûcên li ser xwe qebûl nakim û beraeta xwe dixwazim.” Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û derbarê Serokê Lijneya Rêveberiyê Zekeriya Güzüpek biryara beraetê da. Dadgehê ji bo Midûrê Karê Nivîsan Dîcle Muftuoglu jî, cezayê pere yê edlî yê 1041 rojan da.     Ger di nava  5 salan de Muftuoglu ji dosyayek din ceza nexwe, dê ceza bê betalkirin.