Danişîna Baydemîr taloq bû 2018-06-07 13:45:00   RIHA – Danişîna doza Parlamenterê Rihayê Osman Baydemîr a ji ber axaftina Newroza Xelfetiyê lê vebû taloq bû.    Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr bi boneya tev li Newroza Xelfetiyê bûbû û axaftin kiribû bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” doz lê hatibû vekirin. 10’emîn danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin. Parêzera Baydemîr, Sevda Çelîk Ozbîngol amade bû û parastina miwekîlê xwe kir. Piştî parastinê dadgehê danaşînê taloqî 13’ê îlonê kir.