'48 astengî û êrîş pêk hatin, 30 heb jê li dijî HDP’ê ne’ 2018-06-07 12:38:33 ENQERE – ÎHD û Platforma Serbixwe ya Şopandina Hilbijartinê der barê hilbijartinê de ropara xwe ya çavdêriyê parve kir. Di raporê de hat gotin heta niha li dijî partiyan 48 astengî û êrîş pêk hatine û ji van astengî û êrîşan 30 hebê wê li dijî HDP’ê pêk hatine.  Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Platforma Serbixwe ya Şopandina Hilbijartinê li navenda Giştî ya ÎHD’ê der barê pêvajoya hilbijartinê de têkildarî êrîşên li ser partiyan civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan axivî û destnîşan kir ku ji bo dihatûya demokrasiyê hilbijartinek krîtîk û girîng dê pêk were.    Turkdogan bi bîr xist ku di pêvajoya Rewşa Awarte de hilbijartin pêk tê û wiha got: “Partiyên siyasî li gorî şertên wekhev nikarin propagandaya xwe bikin. Bi taybetî HDP di bin êrîşên giran de ye. Di vê hilbijartinê de rêgezên navntewî tên binpêkirin. Lazim her hilbijêr û namzet di şertên wekehv û adilane de biçe hilbijartnê û kampanyaya xwe ya hilbijartinê birêve bibe. Rewabûna hilbijartinê yek ji krîterên bingehîn e.”    Turkdogan bal kişand ser rewşa namzetê serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û wiha got: “Heke Demîrtaş neyê berdan dê binpêkiina mafê hilbijartina adil pêk bê. Daxuyaniyên Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu û partiyên din ên der barê Demîrtaş de dayîna peyama ji bo darazê ye.”    Turkdogan got ku ji roja ku xebatên hilbijartinê dest pê kiriye û heta niha bi dehan binpêkirina mafan qewimiye û heta roja îro 48 astengî û êrîşên li dijî partiyên siyasî pêk hatiye û ji van astengî û êrîşan 30 hebê li dijî HDP’ê pêk hatine.    Turkdogan di dawiya axaftina xwe de xalên binpêkirina mafan rêz kir.