Li Boluyê li dijî HDP’ê êrîşa duyemîn 2018-06-07 12:23:09   BOLU – Li Boluyê 3 kesan avahiya rêxistina HDP’ê ya bajêr  şewitand. Her sê kesa hatin binçavkirin. Beriya du rojan jî komek nijadperest êrîşî avahiyê kiribû.    Avahiya Rêxistina HDP’ê ya Boluyê cara 2’yemîn rastî êrîşê hat. 3 kes çûn avahiya HDP’ê û agir pêxistin. Di şewatê de xesara madî çêbû. Ji ber kes li avahiyê tune bû tiştek bi kesî nehat. Beriya du rojan jî komek nijadperest êrîşî partiyê kiribû û alên HDP’ê şewitandibû.    Her sê kes di kamerayên ewlehiyê de hatin tespîtkirin û polîsan ew binçav kir û birin Miduriyeta Polîsan a Boluyê.