Bi şev û roj di nav gel de ne 2018-06-07 12:13:17   NAVENDA NÛÇEYAN – Namzetên HDP’ê yên Sêrt, Wan, Riha û Meletiyê bi şev û roj di nav gel de ne û xebatên hilbijartinê birêve dibin.     Namzetê HDP’ê yê Sêrtê Hayrettîn Şen û rêveberên HDP’ê ji bo xebatên hilbijartinê çûn ziyareta gundên navçeya Dihê ya Sêrtê. Serê sibê dest bi ziyaretê kirin heta derengiya êvarê dewam kir. HDP’î bi eleqeyek mezin ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin. Belavokên HDP’ê û namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li gel belav kirin û ji bo partiya xwe banga xwedî derketinê kirin.    Şêniyên gundê Kaşik Yayla bal kişandin ser polîtîkaya AKP’ê ya çêkirina riyan û gotin: “AKP ji bo dengê me bigire rê çêdike. Lê belê em ê dengê xwe bidin xwe.”    HDP’yan êvarê vegeriyan Sêrtê û çûn buroya HDP’ê ya li taxa Çakmak û bi gel re govend gerandin.    WAN   Li navçeya Qelqelî ya Wanê jî bi hezaran kes tev li şahiya HDP’ê bûn. Namzetên HDP’ê Muazzez Orhan û Asuman Yelmazer tev li şahiyê bûn û bi gel re govend gerandin. Namzetan bi gel re li sînevziyona ji bo Demîrtaş hatibû amade kirin temaşe kirin. Namzet li vir axivîn û gotin ew ê teqez bi ser bikevin. Gel heta derengiya şevê li ber muzîkê govend gerand û şahî bi dawî bû.    RIHA     Li Rihayê jî namzetê HDP’ê Îsmaîl Kaplan û rêveberiyên HDP’ê li navçeya navendî ya Karakopru yê li gel belavokan belav kirin û piştevaniyê xwestin.    Namzet Nîmettullah Erdogmuş jî li taxa Akoren ya navçeya Pirsûsê tev li civîna gel bû. Erdogmuş li vir xîtabî gel kir û pişt re li pêşniyar û nêrîna gel guhdar kir.    MELETÎ   Namzetên HDP’ê yên Meletiyê Mehmet Tuncel, Jiyan Taş, Kemal Gedîk, Fatma Alataş, Huseyîn Kilinç, Sînan Ozturk, Hevseroka HDP’a Meletiyê Perîhan Yucekaya û rêveberên HDP jî bênavber li tax û kolanan esnaf û gel ziyaret dikin. Namzetên HDP’ê li navçeyên Akçadag û Yeşîlyurt esnafên li bazaran ziyaret kirin û pirsa tengasiyê wan kirin. Li mevkiya Paşakoşku jî standa hilbijartinê vekirin. Namzet Mehmet Tuncel got: “Em enyad em dibêjin HDP û Demîrtaş.”    Namzet Yusuf Bozkuş jî taxên Dedeyazi, Karaterzî û Oren ziyaret kir. Bozkuş got ku gel ji bo HDP’ê bi biryar e û ew jî bênavber li qadê xebatên xwe didomînin.