Dîwarê li sînor kurdan ji hev diqetîne 2018-06-07 10:31:34 QAMIŞLO – Di navbera sînorê Bakurê Sûriyeyê û bajarên kurdan ên li Tirkiyeyê de dîwar tê çêkirin. Li hin deveran dîwar li ber rê ye û 30 mîtroyî derbasî axa Bakurê Suriyeyê bûye. Welatî nikarin li zeviyên xwe çandiniyê bikin û yên zeviyên xwe çandine jî nikarin zatê xwe biçinin.  Ji roja şerê navxweyî li Sûriyeyê dest pê kiriye heta îro Tirkiye jî bi polîtîkaya xwe qirîzê hin kurtir dike. Tirkiye ji bo ketina Bab, Cerablus û Efrînê li paş nema. Tirkiyeyê bi qasî 911 kîlo mîtroyî dîwar li ser sînorê Bakurê Sûriyeyê çêkir. Bi vî dîwarî re mirovên li serxetê û binxetê yên xizmên hev in ji hev qetandin.     LI CÎHANÊ DÎWAR SÊYEMÎN MEZINTIRÎN    Ji Hatayê heta Şirnexê par dest bi çêkirina dîwar kirin. Li hin deveran ev dîwar derbasî axa Bakurê Sûriyeyê jî dibe. Hindik maye çêkirina dîwar temam bibe. Piştî dîwarên herî dirêj 8 hezar û 850 kîlo mîtro Çîn Seddî û dîwarê ji 3 hezar û 500 kîlo mîtroyan ê di navbera DYA û Meksîka de pêk tê sêyemîn dîwarê dirêj ê di navbera kurdan de tê lêkirin. Ev dîwarê dirêj destê kurdan ji hev dike.    TÊKILIYA KURDAN ASTENG DIKE    Di serî de TOKÎ û gelek fîrmayên din dîwar lê dikin. Dîwar ji 2 mîtro berahî û 3 metre jî dirêjahiyê pêk tê. Vî dîwarê kurdan ji hev qetandiye, ji aliyê maşîneyên zirxî yên leşkerî ve tê parastin û bi şev û roj kamerayên şevê dîwar dişopînin. Şopandina van kamerayan jî têkiliya navbera kurdan asteng dike.    JI KOBANÊ HETA DÊRIKÊ    Ji Kobanê heta Dêrikê li gelek deveran dîwar di nav axa Bakurê Sûriyeyê de hatiye çêkirin. Dîwar li ber riya sînor hatiye çêkirin. Welatiyên li Bakurê Sûriyeyê vî dîwarî wek “Dîwarê şermê” pênase dikein û nêzbûna 30 mîtroyî ya nêzbûna mirovan qedexe ye. Ji ber dîwar hin welatiyên li Bakurê Sûriyeyê nikarin li zeviyên xwe çandiniyê bikin û biçînin. Hemû zatên wan di bin talûkeya dîwar de maye. Li hin deveran leşker mirovan gulebaran dikin û li hin deveran jî ji bo mirov nêzî dîwar nebin leşker anons dikin.    MA / Nazim Daştan