Parêzer Muhterem Suren dawî li jiyana xwe anî 2018-06-07 09:31:10   AMED – Ji parêzerên ÎHD’a Amedê Muhterem Suren întîxar kir û dawî li jiyana xwe anî.    Ji parêzerên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê Muhterem Suren li mala xwe ya li Vîlayên Hamravat ên li Amedê duh bi şev întîxar kir û dawî li jiyana xwe anî.    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin êvarê hevjîna Suren çû malê û ew mirî dît. Li ser vê yekê agahî da serwîsa lezgîn a 112’an. Cenazeyê Suren bi ambulansê rakirin Faqûletya Zanîngeha Dîcleyê.    Sedemê întîxara Suren nehat hînbûn û dê cenazeyê Suren ji ber ku malbata wî li Aydinê dijî dê defin bikin.    Malbata Suren, hempîşe û rêveberên ÎHD’ê yên agahiya mirina Suren bihîstin çûn ber nexweşxaneyê.