Wêneyên dema hestiyên Emekçiyan hatin derxistin hatin kişandin bi dest me ketin 2018-06-07 09:25:55 STENBOL – Hestiyên ku hatibûn diyarkirin ên Levon Ekmekçiyan in û radestî malbatê hatibûn kirin, lê paşê derketibû holê ku ew hestî yên kûçikan û aîdî jineke temenê wê li dor 55-65 salan e. Me wêneyên van hestiyan ku dema ji gorê hatin derxistin hatine kişandin peyda kir.  Levon Emekçiyan, di dema “Operasyona Karînê” ku di 7’ê Tebaxa 1982’yan de li hemberî Balafirgeha Esenboga ya Enqereyê pêk hat de ji aliyê milîtanên Asalayê ve bi birîndarî hatibû zevtkirin û di dema darbeya 12’ê Îlonê de li Girtîgeha Mamakê hatibû daliqandin. Piştî gelek salan şûnde, hestiyên ku hat diyarkirin ên Emekçiyan in, radestî malbatê hatin kirin. Lê belê paşê derket holê ku ew hestiyên radestî malbatê hatin kirin ên kûçikekî û jineke temenê wê li dor 55-65 salan e. Ajansa Mezopotamyayê (MA) wêneyên ku hat diyarkirin ên Emekçiyan in, dema ji gorê tên derxistin hatine kişandin peyda kir.    MA / Sadiye Eser