'HDP partiya Antalyayiyan e’ 2018-06-07 09:23:25 ANTALYA – Namzetê HDP’ê yê Antalyayê akademisyen Erdal Gilgil got: “Çi bi xwezaya wê, çi bi mirovên wê em hem partiya Antalyayiyan hem jî ya herkesî ne.”  Namzetê HDP’ê yê Antalyayê Prof. Dr. Erdal Gilgil ku bi KHK’ê ji Zanîngeha Akdenîzê hat îxrackirin, anî ziman ku ew ji bo aştiyê ketine rê. Gilgil, diyar kir ku ew ji ber polîtîkaya aştiyê ya HDP’ê bûye namzet. Gilgil, destnîşan kir ku pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e û divê ev yek bi rê û rêbazên aştiyane bê çareserkirin. Gilgil bilêv kir ku herî zêde HDP bi awayekî cidî doza aştiyê dike.    ‘DÊ ANTALYA TÊKEVE RIYEKE BAŞ’    Gilgil, diyar kir ku eger ew bibe parlementer ew gelek tiştan bike û got: “Antalya herêmeke kozmopolit e. Li Antalyayê kurd, tirk, elewî, sunî û gelek civak dijîn. Em ê hewl bidin ku hemû çandên Antalyayê bi awayekî azad bi hev re bişîn. Em wisa difikirin ku em ê Antalyayê têxin riyeke baş. Vê yekê jî em dikarin bi HDP’ê re bikin.”    ‘AKP BI ŞER WELAT BI RÊ VE DIBE’    Gilgil, destnîşan kir ku îktîdara AKP’ê bi polîtîkayên şerî welat bi rê ve dibe û got: “Çima AKP ji aştiyê ditirse? Çimkî eger aştî bê belkî bi navê AKP’ê tiştek nemine. AKP hem li nav welat hem jî li derveyî welat polîtîkaya şer bi rê ve dibe. AKP bi şer welat bi rê ve dibe. Gelên Tirkiyeyê hemû bi Rewşa Awarte tên çewisandin. Em tiştên ku li welat bi Rewşa Awarte pêk tên dizanin. Bi kurt û kurmancî AKP ehle şer e, pêkanîna aştiyê tê wateya jiholêrakirina AKP’ê. Nêvengeke ku mirov hevdu fêm bikin zirarê nade kesî. Çima welateke ku herkes bi awayekî azad bi çanda xwe bijî dê zirar be. Herî zêde em vê yekê dixwazin.”    Gilgil, bilêv kir ku divê bi awayekî hîn baştir ji Antalyayiyan re behsa HDP’ê bê kirin û got: “Divê em ji Antalyayiyan re bêjin ku em partiyeyeke ku Antalyayî jî têde ne. Çimkî em partiyeke wisa ne. Çi bi xwezaya wê, çi bi mirovên wê em hem partiya Antalyayiyan hem jî ya herkesî ne. Eger HDP bi awayekî hêzdar têkeve Meclîsê, dê hem aştî pêk bê hem jî em ê vegerin ser karê xwe. Loma divê HDP bi awayekî hêzdar têkeve Meclîsê.”