ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2018'AN 2018-06-07 09:00:07 * Namzetê HDP’ê yê Antalyayê akademisyen Erdal Gilgil got: “Çi bi xwezaya wê, çi bi mirovên wê em hem partiya Antalyayiyan hem jî ya herkesî ne.”  * Namzetên HDP’ê xwendekarên zanîngehê, anîn ziman ku ew talibê dengên hemû ciwana ne û gotin: “Werin em bi hev re biguherînin. Werin em bi hev re vê têkoşînê hilgirin û em hêza ciwanan nîşanî serdestan bidin.”    * Karkerên ku li firmaya Flormar kozmetîkê dixebitîn, ji ber ku xwestin bibin sendîkayî ji kar hatin avaêtin. Karkaran got “Ne Flormar, berxwedan em xweşik dikin” û destnîşan kirin ew ê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de dengê xwe bidin partiya doza kedê dike.    * Hestiyên ku hatibûn diyarkirin ên Levon Ekmekçiyan in û radestî malbatê hatibûn kirin, lê paşê derketibû holê ku ew hestî yên kûçikan û aîdî jineke temenê wê li dor 55-65 salan e. Me wêneyên van hestiyan ku dema ji gorê hatin derxistin hatine kişandin peyda kir.    * Şerê ku di mîtînga Erdogan a Amedê de rû da, rageşiya di nav partiyê de da der. Hat hînbûn ku şerê ku li qada mîtîngê rû da di navbera alîgirên Mehdî Eker û alîgirên Erdal Atîk de derketiye.      * Danişîna doza Serokê Lijneya Rêveberiyê ya DÎHA ku bi KHK'ê hat girtin, Zekeriya Guzupek û Midûra Berpirsa Karên Nivîsan Dîcle Muftuoglu dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)   * Navenda Giştî ya ÎHD'ê dê rapora binpêkirina mafên mirovan a 3 mehên dawî bi raya giştî re parve bike. (10.30)    * Xebatên HDP'ê yên hilbijratinan bi vekirina buroyên hilbijartina, stantên hilbijatinê, ziyaretên gund û navçeyan û tevlêbûna sifreyên fitaran li gelek bajar û navçeyan berdewam dikin. (12.00-20.00)   * Hevseroka Gişti ya HDP'ê Pervîn Buldan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de dê li Îzmîrê û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî dê li Xerpêtê gera xwe ya hilbijartinê berdewam bikin.   * Malbatên Roboskê yên zarokên wan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, dê li ser gorên zarokên xwe di hefteya 336’an de çalakiya nobetê berdewam bikin. (16.00)