Li Amedê wesayîta zirxî li welatiyekî extiyar qeliband 2018-06-06 21:47:07   AMED –  Li Amedê wesayîta zirxî li welatiyekî qeliband. Welatiyê wesayît lê qelibî bi giranî birîndar bû. Welatiyên li derdorê bertek nîşandan, lê belê polîsan gule bera hewayê dan û welatiyên li derdorê bela kirin.   Li navçeya navendî Rezan a Amedê, dane êvarî li ser Kolana Emekê wesayîteke zirxî li welatiyekî 70 salî qeliband. Welatiyê ku hîna navê wî nehatiye hînbûn, bi giranî birîndar bû. Li ser vê welatiyên li derdorê bertek nîşandan. Polîsan jî gule bera hewayê dan û welatiyên li derdorê bela kirin.   Her wiha yek ji wan kesên ku bertek nîşanî polîsan dan, neviyê welatiyê ku wesayîta zirxî lê qeliband. Polîsan neviyê welatiyê birîndar derb kirin û binçav kirin.   Hat hînbûn ku welatiyê birîndar rakirine nexweşxaneyê, lê belê der barê rewşa wî de tu agahî bi dest neketin.