Temellî: Tu qesrê vala bike, heqê naqliyê emê bidin 2018-06-06 18:41:37   SEMSÛR - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, li Sensûrê derket pêşberî deh hezaran û polîtîkayên AKP'ê bi zimanekî tûj rexne kir. Temellî, diyar kir îktîdara AKP'ê dijminê hemû tiştên xweşik, baş û qenc û dijminê mirovahiyê ne û wiha got: "Li her derê derew û bêbextiyan dikin. Êdî gelê Semsûrê dê ji nelirêtî, xizanî û betaliyê re bêje bes e. Em dibêjin Qesrê vala bikin vaye gel tê. HDP tê. Tu  qesrê vala bike, hekê naqliyatê em dê bidin."    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelî, bi karwanek mezin ji navçeya Kolikê ya Semsûrê derbasî Semsûrê bû. Temellî û karwana pêre ewil çûn navçeya Kolikê û beşdarî vekirina buroya hilbijartinê bûn. Temellî, li vir bal kişand ser pirsgirêka civaka elewî û diyar kir ku heta pirsgirêka elewiyan neyê çareser kirin demokrasî pêş nakeve. Temellî, piştre bi warwanek mezin derbasî Semsûrê bû. Temelî, li Semsûrê ji aliyê hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Temellî, li Semsûrê xîtabî hezaran kesan kir û diyar kir ku gel dê bixwe pirgsirêkên xwe çareser bike.    Temellî, destnîşan kir ku gelê Semsûrê dê di 24'ê Heziranê di ser Sindoqê ji betalî, xizanî, nelirêtî û kedxwariyê re bêje êdî bes e û wiha got: "Çiqas tiştên baş hebin êrîşi wan dikin. Vana dijminê mirovahiyê ne. Vana dijminê başî, xweşî û mirovahiyê ne. Em dê van dijminê mirovahiyê di 24'ê Heziranê de bi rê bikin. Dem dema şandina wan e. Roja borî Erdogan ji Aşik Veysel helbesta "Ez di rêyek dirêj û zirav de me' xwend. Rast dibêje. Ji ber ku ew rêwî ne û diçin. Îro em diçin ku, her kes ji xizanî, şer, nebaşiyê bi gilî û gazinc e. Her kes ji nelirêtî xizanî û qedexeyan bi glî û gazinc in. Her kes ji vê yekê re dibêjin bes e. Ji ber vê yekê êdî dengê em bidin xizanî, qedexe û nelirêtiyê tu ne. 16 salin pirsgrêka kurd jî heye, pirsgirêka Erdogan heye. Gelê Semsûrê dê bêjin bes e."     SEMSÛR DÊ BÊJIN BES E   Temellî, da zanîn ku gelê Semsûrê dê di 24'ê Hezîranê de bêje bes e û wiha berdewam kir. "Gelê Semsûrê dê di 24'ê Hezîranê de li Sindoqan xwedî derkeve. Bila dost û dijmin zanibe. Em dê bi ser bikevin em dê teqez bi ser bikevin. Îktidar di her hilbijartinê de tên soz didin ku pirsgirêkan çareser bikin. Lê tenê soz didin û diçin. Ew bazara ruşwetê dikin. Li vî welatî pirsgirêka kedkaran dê kedkar, pirsgrêka rençberan rençber, pirsgirêka jinan jin dê çareser bike.    QESRÊ VALA BIKE HEQÊ NEQLIYATÊ JI ME    Tu ji navberê derkeve nebe sîbera min. Tenê bes e ji navberê derkeve û biçe. Gel dê bi xwe pirsgirêka xwe çareser bike. Ger ku dê pirsgirêka tûtinê çareser bike bila bigel re rûnê û bi hevre çareser bike. Bila bi KHK'ê zagonan neguherîne. Ger ku yên hilberînê dikin, wê demê yên çareser bikin jî ew bin.  Pirsgirêka Semsûrê ya herî mezin betalî ye. Ne tenê pirsgirêka Semsûrê ya hemû Tirkiye ye. Lê her meh bi jimartina kêm pirsgirêka çareser dike. Di 24'ê Hezîranê de erdheja gel û HDP'ê tê. Tu dê wê demê Qesrê vala bike. Em dê bi tilîlî û govenda xwe bên. Gel dê bê Tayyip biçe.  Biçe pereyê naqiliyê jî neke pirsgirêk bila heqê naqliyatê jî ji me be. Ji ber dike biçe astengiyan derdixe. Dema hevalên me alên xwe vedikin. Destûr nadin. Dixwazin tevliheviyê bikin. Tu pirsgirêka gel bi hevre tune. Yên van astengiyan derdixin tenê rayedarên dewletê ne. Walî ji bo AKP'ê gund bi gund li dengan digerin. Ez bang li Walî dikim. Tu erkdarê cemawiyê ye. Tu ne xizmetkarê AKP'ê ye. Ger ku tu wisa bike tu sûc dike. Divê tu di xizmeta gel de be."     ERDOGAN DÊ BIÇE DEMOKRASÎ DÊ BÊ   Piştî 24'ê Heziranê hemû hevalên me yên girtî dê bên berdan. Ji ber ku tu sûcê wan tune ye. Ji ber fikrên xwe girtî ne. Piştî çûyîna Erdogan dê demokrasî bê. Dê aştî bê. Dê HDP'ê bê. Ji ber ku em dê Make Qanûna Demokratîk ava bikin. Hemû nasname, bawerî û kesên cuda dêbi hevre bijîn û hemû mafê wan bi qanûnê bên mîsogerkirin. Em dibêjin ji metîngeriyê re bes e. Ji talankirina xwezayê re bêjin bes e. Em pergala heq û adîl dixwazin. Têkoşîna me ya pêşî, li dijî xizanî û nelirêtî ye. Têkoşîna me li dijî betaliyê ye. Li dijî gundiyên bê ax û esnafên di bin bacê de ne. Em dê hatinê ji nûve parve bikin. Em dê krîza aborî bê IMF'ê çareser bikin. Hûn dizanin ku ger IMF bê divê zikê xwe jî bigvêşin. Yên bêjin pirsgirêka kurd tune, hemû pirsgirêikan tune dihesibîne. Namzetê me Demîrtaş e. Demîrtaş namzetê Tirkiye ye. Ji niha de dibêjin em nebin îktidar em dê hilbijartinek din çêkin. Ji niha de gefan dixwin."