Nûçegihanê ANHA Hogir Mihemed jî jiyana xwe ji dest da 2017-10-15 13:17:00 NAVENDA NÛÇEYAN – Nûçegihanê ANHA Hogir Mihemed ku di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya ser sivîlan de bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest dan.  Çeteyên DAIŞ’ê di 12’ê Cotmehê nêzî gundê Ebû Fasê êrîşî sivîlên ku dixwestin derbasî qadên ewle yên di bin kontrola QSD’ê bibin kir. DAIŞ'ê  bi wesayiteke bombebarkirî ket nava sivîlan û  komkujiyek pêk anî. Di dema êrîşê de nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hewarê (AHNA) Hogir Mihemed ê ku derbasbûna gel dişopand bi giranî birîndar bû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.    Di êrîşa çeteyan de nûçegihanên ANHA Dilîşan Îbîş di roja teqînê de jiyana xwe ji dest dabû, Hogir Mihemed û Rizgar Deniz bi giranî birîndar bibûn. Nûçegihanê ANHA Hogir Mihemed ku bi giranî birîndar bû, li Hesekê tevî hemû hewlsanan jiyana xwe  ji dest da.    Nûçegihan Hogir Mihemed beriya demekê tevlî xebatan ajansa (ANHA) bibû û ji bo hemleya Bagera Cizîrê dişopîne çûbû herêma şer.