Li Erzînganê êrîşî HDP’yan kirin 2018-06-06 16:49:45   ERZÎNGAN – Namzeta HDP’ê ya Erzînganê Pinar Aytekîn Ozguç û rêveberên partiye yên xebata hilbijartinê birêve dibirin rastî êrîşa komekê hatin    Namzeta HDP’ê ya Erzînganê Pinar Aytekîn Ozguç û xebatkarên HDP’ê ji bo xebata hilbijartinê çûn bajaroka Mercan a girêdayî navçeya Tercan a Erzînganê. Piştî xebata li navçeyê HDP’î li wesayîtên xwe siwar bûn û xwestin vegerin navenda Erzînganê. Komekê riya Ozguç û rêveberên HDP’ê birî û êrîşî wan kirin.    Kom ji nêzî 40 kesan pêk dihat. Ozguç û rêveberên partiya xwe neçar man rawestin. Komê heqaret li wan kirin û bi gotinên xerab êrîşî HDP’yan kirin. Her wiha komê xwest axaftina Demîrtaş a ji wesayîta hilbijartinê lê dida bê qûtkirin û pişt re êrîşî wesayîtên HDP’iyan kirin.    Polîs hatin cihê bûyerê li şûna komê belav bikin, xwestin ku HDP’î ji navçeyê derkevin.    ‘ÊRÎŞ ORGANÎZE KIRÎBÛ’    Ozguç bertek nîşanî helwesta polîsan û êrîşa komê da û wiha got: “Ev êrîşek organîzeyî ye. Di demek kin de pêşiya me girtin û her wiha polîsan xwest em ji navçeyê derxin. Em li navenda Erzgîngan, navçeyan û gundan bi coşek baş tên pêşwazîkirin. HDP partiyek ku hemû Tirkiyeyê hembêz dike ye. Erzînganî HDP’ê destek dikin. Em ji vê êrîşê jî netirsiyan. Bila kes nefikire ku HDP ditirse. Çunkî eleqeyek baş ji bo partiya me heye. Yên êrîş kirin ne gelê Erzînganê ne. Ev alîgirên ketine nava tirsê, çeteyên bi pereyan hatine kirêkirin. Lê nikarin me ji xebatên me dûr bikin.”