Bi hinceta xebatên AKP’ê asteng kirin 6 kes binçav kirin 2018-06-06 16:37:37   MÊRSÎN- Li Mêrsînê, polîsan serê sibê bi ser malan de girtin û bi îdîaya xebatên AKP’ê asteng kirin 6 kes binçav kirin.   Polîsan di saetên serê sibê de, li navçeyên Toroslar û Akdenîza Mêrsînê bi ser malan de girtin û 6 kes binçav kirin. Polîsan li navçeya Toroslarê, bi îdîaya xebatên AKP’ê asteng kirin, Azîz Durak û li navçeya Akdenîzê jî Alî Karaman, Saleddîn Ateş, Ramazan Kurt, Selîm Tomak û Ahmet Yilmaz bin çavkirin.   Polîsan 6 kesên binçav kirin birin Midûryeta Polîsan a bajêr. Di serdegirtinên malan dên duh de jî 3 HDP’ê hatibûn binçav kirin.