Partiya Saadetê rapora 'Meseleya Kurd' aşkere kir 2018-06-06 16:29:43   AMED -  Partiyê Saadetê pêşniyarê der barê çareseriya pirsgrêka kurd û rêyên çareseriyê bi 3 ser navên “Mafên mirovan ên bingehîn  û edalet", “Abori û rakirin" û “Aştiya navxweşî û Ewlehî" bi raya giştî re parve kir.    Partiya Saadetê, li Amedê rapora meseleya kurd a li ser rê û rêbazên çareseriyê bi 3 sernavan bi raya giştî re parve kir. SP'ê rapor bi sernavê “Mafên mirovan ên bingehîn  û edalet", “Abori û rakirin" û “Aştiya navxweşî û Ewlehî" bi raya giştî re parve kir. Serokê Giştî yê Partiya Saadetê û namzetê Serokomariyê yê SP'ê Temel Karamollaoglu rapor aşkere kir. Serokê SP'ê Temel Karamollaoglu rapor li Odela Demirê bi civina çapemeniyê parve kir. Karamanoglu rapora ku ji 11 xalan parve kir û û wiha got: "Mafê 'Jiyan', 'Parastina irz, nesep û namûsê', 'milk', 'parastina aqil', 'jiyana baweriyê' ya ner nasname, nijad û mezhebî heye. Mafên mirovan en bingehîn û gerdunî ne. Nayên guhertin. Pêdivî bi makeqanûna bingehîn ya nû ku lihevhatina civakî ya berfireh esas digire heye. Makeqanûna ku mafê mirovan ên bingehîn esas digire û diparêze heye.    Li gorî vê yekê beyî ku cudakariyê têxe nava bawerî, nijad, mezheban, beyî ku bazariyê têxe navbera mirovan û civakê divê bê parastin. Divê astengiyên li pêş ziman û perwerdehiyê bên rakirin. Divê ev maf ji aliyê qanûna bingehîn ve bê parastin û mîsogerkirin. Heta ku tundiyê nexe nava xwe divê di her alî de azadiya ramanê hebe. Her bawerî û reng dikarin azad ramana xwe îfade bikin. Der barê wekîl û şaredariyan de îdîayek hebe divê li gorî hiqûq û zagonan bê kirin. Divê astengiyên li pêş cudakariya hemû beşên civakê bê rakirin. Divê her kes karibe bi hêsanî di qada siyasî de xwe îfade bike. Divê di temsiliyetê de edalet pêk bê. Divê bend bê rakirin û hemû nerînên siyasî karibin di meclîsê de cihê xwe bigirin. Divê şaredarên hatine girtin û li şûna wan kesên din hatine tayînkirin meclîs di nava xwe de hilbijartinê pêk bîne û şaredar hilbijêre. Divê çavkaniyên aborî yên herêmê yên çandinî û sewalkarî bê pêşxistin.    Erka heri mezin a dewletê aştiyê biparêze û aramiyê pêş bixe ye. Tu pirsgirêk bi riya tundiyê çareser nabin. Kesên tev li rêxistinê bûne welatiyê vî welatine. Kesên li çiyê tên kuştin xizmên mirovên vî welatî ne. Ev dibe sedem ku gelek malbat travma derbas bikin. Li gelek malbatên herêmê zarokekî wan li çiyê û zarokî wan li leşkeriyê ye. Ji ber vê meseleyê zarokên wan tên hemberî hev. Zêdeyî hezar salin têkiliyên dîrokî, erdnîgarî û baweriyê di nava hevde keliya ne. Em bawer dikin ku ewlehî bi aştiya navxweyî pêş dikeve. Ji ber vê yekê divê berî her tiştî xwîn bê rawestandin.  Divê platorma ku ji hemû beşên partiyên siyasî rêxistinên demokratîk, çapemenî û rêxistinên cuda pêk tê bên avakirin.