Xebatkarên Azadiya Welat beraet kirin 2018-06-06 15:35:07   AMED - 12 belavkarên rojnameya Azadiya Welat a bi KHK’ê hat girtin, beraet kirin.    Danişîna biryarê ya doza 12’ê belavkarên rojnameya Azadiya Welat a di 29’ê Cotmeha 2016’an de bi KHK’ê hat girt, li Dadgeha Cezayê Giran a 10’emîn a Amedê hat dîtin. Ji ber îxbarek bêbingeh di 28’ê Tebaxa 2016’an de polîsan bi ser buroya navenda rojnameya Azadiya Welat a Amedê de girtibûn û 24’ belavkarên rojnameyê binçav kirin. Di doza li belavkaran hat vekirin de, bi îdîaya “Bi zanebûn alîkarî dayîna rêxistinê” ji 7.5 heya 15 salan cezayê girtîgehê dihat xwestin. Ji 24 belavkarên rojnamê, danişîna 12 xebatkaran hat dîtin.    Parêzer û belavkarên rojnamê di danişînê de amade bûn û di parastinên kirin de îdîa û sûcdariyên li ser xwe red kirin.  Belavkaran, diyar kirin ku wan rojnemeyek qanûnû belav dikirin û belav kirina rojnameyê ne sûce û beraeta xwe xwestin.    DOZGER: FIROTINA ROJNAMÊ NE SÛÇE    Dozgerê Komarê yê dozê mutala da û got: “Gava rojnameya Azadiya Welat dihat belavkirin, ne qedexe kirîbû û di 29’ê Cotmaha 2016’an bi KHK’a Hejmara 675 hat girtin. Ji ber vê belavkirina rojnameyê ne sûçe û weke sûç nabe ku bê nirxandin.”   Li dijî mutaleya  dozger parêzer Resul Temur parastin kir û wiha got: “Bi awayekê fermî rojnameya  Azadiya Welat dest bi weşanê kir û belavkariya wê jî ne sûçe. Ez dixwazin di çarçoveyê mutaleya dozger de, biryar bê dayîn.”   Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û ji bo belavkarên rojnamê Burhudan Tulpar, Huseyîn Şahîn, Ceylan Îpek, Ahmet Boltan, Veysî Altîn, Engîn Ozelçî, Azîme Tarhan, Yasemîn Sayin,  Zeynep Îzgî, Ferît Toprak û Arap Turan biryara beraetê da.    Dadgehê ji bo belavkarê rojnamê Serdal Polat jî, bi îdîaya di medya civakî de “Propagandeya rêxistinê kirin” salek, 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê birî û cezayê Polat taloq kir.  Mahkeme, sosyal medya hesabında yaptığı paylaşımlar nedeniyle gazete dağıtımcısı Serdal Polat'ın "örgüt propagandası yapmak" suçundan 1 yıl 6 ay 22 hapis cezası vererek, bu cezayı erteledi.