Malbatên xwendekarên Bogazîçî: Divê xwendekar neyên darizandin 2018-06-06 13:44:44   STENBOL - Yekem danişîna doza xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî li Edliyeya Çaglayanê hat dîtin. Malbatên xwendekaran berî danişînê daxuyanî dan û gotin: “Xwendekaran tenê gotin aştî, azadî, perwerde û mafê hindekariyê. Divê bên berdan.”    Yekemîn danişîna doza 14 jê girtî  22 xwendekarên li Zanîngeha Bogazîçî gotibûn “Loqima komkujî û dagirkeriyê tuneye” li Dadgeha Cezayê Giran a 32’yemîn a Stenbolê  hat dîtin. Malbatên xwendekarên girtî li ber Edliya Çaglayanê kom bûn û berî danişînê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevalên xwendekaran, parlamentera HDP’ê Huda Kaya, namzetên HDP’ê Ahmet Şik, Oya Ersoy, Erkan Baş, parlamenterên CHP’ê Sezgîn Tanrikulu ve Alî Şeker, bijîşk û akademîsyenên Aştiyê beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn.    Yek ji Akademîsyenên aştiyê Guneş Gumuş, dest pê kê axivî û wiha got: “Bi têkoşînê azadî qezenc dibe. Îro bi polîtîkayên şer dibin pirsgirêka Kurdan nayê çareser kirin. Hikûmeta AKP’ê bi komployên ava dike re hewl didi welat  bi rêve bibe.”   ‘DIVÊ EM JI DARIZANDINÊ RIZGAR BIBIN’   Bavê xwendekar Denîz Yilmaz a girtî Bulent Yilmaza, diyar kir ku ev zarok ne tenê zarokên wane û wiah axivî: “Van zarokan ji bo Tirkiyeyê aştî, demokrastî, azad û xweserî xwentin. Ev zarok ji bo demokrasî û aştiyê Tirkiyeyê têdikoşin. 14 xwendevanên hatin girtin bila bên berdan. Divê hemû xwendekar ji darizandinê rizgar bibin.”   ‘DÊ AŞTÎ WERE WELAT’   Namzetê HDP’ê Ahmet Şik jî, da zanîn ku êdî rewşa Tirkiyeyê pir xerab bûye. AKP ji bo pergala sûc berdewam bike û hebûna desthilatdariya xwe bidomîne, şer dixwazin. Lê  tu gamanekê min tuneye ku dê aştî, demokraî û azadî were welat.”   Piştî axaftinan ji bo nexwedarkên girtî nepûxên şîn û sipî firandin esmanan.