Heyeta THEE'yê li Meletiyê dest bi çavderiya hilbijartinê kir 2018-06-06 13:10:45   MELETÎ – Heyeta Saziyên Demokratîk û Buroya Mafên Mirovan ya THEE'yê li Meletiyê dest bi hevdîtinan kir   Heyeta Saziyên Demokratîk û Buroya Mafên Mirovan (DKÎHB) ya Teşkîlata Hevkarî û Ewlehiya Ewropa û Tirkiyeyê (THEE) ya ji bo çavdêriya hilbijartina li Tirkiyê ku hat diyarkirin li Meletiyê çû serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Heyeta çavdêr der barê hilbijartinê de ji rêveberên partiyê agahiyan girtin.   Heyet ji aliye Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Perîhan Yucekaya û rêveberên partiyê ve hatin pêşwazîkirin û di serdanê de her du aliyan agahiyên xwe li hev parve kirin. Heyetê li ser hevdîtinê daxuyanî da û got: "Heyeta Saziyên Demokratîk û Buroya Mafên Mirovan (DKİHB) ya Teşkîlata Hevkarî û Ewlehiya Ewropa û Tirkiyeyê (THEE) ya ji bi çavdêriya hilbijartina 24 Haziranê ya li Tirkiyê hat diyarkirin dest bi xebata xwe kirin. Heyet çavdêriya hilbijartina ji bo serokomarî û parlamenteriya Tirkiyê çavdêriyê dike. Heyet destîşan kir ku xebata wan îro bi awayê fermî dest pê kir. Heyet di bin Serokatiya Sefîrê Mezin Audrey Glover de kar bike. Wek navend dê li Enqerê be û heyeteke ji 12 pîsporan pêk tê. Her wiha dê li giştiyê welêt jî 22 pîsporên demdirêj cih bigirin. Heyet dê li gor pîvanên demokrasiyê, qewlên THHE'yê standardên navneteweyî û derbarê hiqûqa hundirîn çavdiriyê ji  hilbijartina parlamenterî û Serokomariyê re bikin. Çavdêr dê qeyda endaman, xebatên kampanya hilbij1artinê, îdareya hilbijartinê bişopînin û dê di îşleyişa saziyên din, mevzuata hilbijartina hundirîn û lihevnekirinên derbarên hilbijartinê de çavdêriyê bikin. Di dema çavdêriyê de dê heyet bi hin rayedarên dewletê re, endamên partiyên siyasî re, Endaman re, saziyên sivîl re, medya û organîzasyonê navneteweyî re hevdîtinan bikin. Heyet roja hilbijartinê dê îstasyonên ku deng lê tên dayîn, hejmara pusulayên dengan û rêzkirina encaman ji nêz ve bişopîne. Heyet rojek piştî hilbijartinê li gel asembleya parlamenterên THEE'yê û Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê dê daxuyaniyeke çapameniyê bide. Divê dayuyaniya yekemîn a çapameniyê de dê daneyên destpêkê û nêrîna li ser encama hilbijartinê bi raya giştî re were parvekirin.  THEE, dê rapora xwe ya berfire ya li ser hilbijartinê piştî heyet peywirên xwe biqedîne û şûn ve ku ev derdora 8 hefteyan e dê were aşkerakirin.