Sêrtiyan eleqeyek mezin nîşanî HDP’iyan dan 2018-06-06 12:37:18   SÊRT - Li Sêrtê, welatiyan eleqeyek mezin nîşanî xebatên namzetên HDP’ê yên taxan dan. Li hemû qadan bi taybetî jin û zarok eleqeyek zêde nîşanî HDP’ê didin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê bê navber xebatên hilbijartinê berdewam dike. Namzetên HDP’ê Siddik Taş û Hayrettîn Şen piştî fitarê li taxan geriyan û çûn serdana malbatan. Namzetan li ser piyan bi welatiyan re sohbet kirin û ji wan xwestin ku dengê xwe bidin xwe û sidoqên xwe biparêzin.    Li taxa Bitim a Sêrtê namzetê HDP’ê Hayrettîn Şen xîtabî gel kir  û wiha  got: “Ger em baş bixebitin em ê 3 wekîlan ji Sêrtê derbixin.”   Dûre namzet Sitki Taş axivî û wiha got: “Em dizanin hûnê dengê xwe bidin xwe. Di hemû qadan de her ku em jinan dibîjîn, em carek din dibin kû HDP partiya jinane. Fersendek dîrokî li pêşberî me heye. Divê hilbijartinê de emê AKP’ê bavêjin sergûya dîrokê.”