Miftî û endamê AKP’ê yê Erziromê bi hev re li gundan digerin 2018-06-06 12:26:30   ERZIROM – Endamê Parlamenterê HDP’ê yê  Erzeromê Mehmet Kasim Firat aşkera kir ku Endamê rêza 3’emînê  Parlamenterê  AKP'ê yê Erzeromê Selamî Altinok û Muftiyê bajêr bi hev re diçin gundan û ji bo AKP’ê deng dixwazin.    Di aliyê zext û zorên ku li HDP'ê tê kirin de bajarê Erziromê di serî de tê . Piştî hilbijartina 24’ê Hezîranê dest pê kir û şûn ve li bajarê Erziromê jî li dijî endamên HDP’ê êriş, binçavkirin û girtinan dest pê kirin. Gelek xebatên hilbijartinê yên ku HDP'ê dixwest pêk bîne rastê astengiyan hat. Li Erziromê ji hêlek ve li dij partiyek ewqa zext û zor û di hêleke din ve jî endamên AKP’ê hemû cure derfetên dewlet û hikûmetbûnê xistine xizmeta xwe û ji bo ku deng bidin wan zext li welatiyan dikin.    'GUNDÎ DI BIN ZEXTÊN KEYAYAN DE NE’    Endamê Parlamenterê HDP'ê yê Erzeromê Mehmet Kasim Firat diyar kir ku li gel hemû zextên pêk tên jî ew xebatên xwe yên hilbijartinê yên li bajêr pêk tînin, lê endamên AKP’ê hemû derfetên hikumet û dewletê di rihê sefarberiyekê de xistine xizmeta xwe û wiha got: “Endamê AKP'ê yê rêza 3'emîn Midurê giştî yê Emniyetê yê berê Selamî Altinok û Miftiyê Bajêr li gel hev derdikevin serdana gundan û ji bo AKP'ê ji gundiyan deng dixwazin.” Firat wiha got: "Ev ekîp rojê diçin serdana 3 gundan. Bi xwe re paketên alîkariyê dibin û belav dikin. Civîna xwarinê li dardixin. Ekîbeke din jî diçe keyayên gundan dide hev û gef li wan dixwe. Ji keyayan re dibêjin ku hun deng bidin em dê li gor dayîna dengê we xizmet ji were bikin.” Firat anî zanîn ku di van serdanan de ev ekîp wan nîşan didin û ji gundiyan re dibêjin: “Li ber ‘terorîstan’ nesekinin” û wiha berdewam kir: "Lê li gel van zext û bertîlan jî gundî tu puteyê nadin wan û li gel me xwe beşdarî xebatên hilbijartinê dibin. Em jî li ber gelê xwe li henberê van kesan li ber xwe didin û têdikoşin.    'HEWL DIDIN KU ÎNSANAN BITIRSÎNIN’   Firat, da zanîn ku gel xwedî li partiya xwe derdikeve û dê ji vir û şûn ve jî derkeve û wiha bi dawî kir: "Ew dixwazin gel bitirsînin û bêdeng bikin. Lê gelê me bi tu rengî naye bêdengkirin. Em mafdarin û em ê biserkevin. Gelê kurd ji bo nirx û rûmeta xwe têkoşîneke şoreşgerî dide meşandin. Elbet dê gelê me di berdêla vê têkoşîna xwe de ya ku heq dike bidest bixe."