'Peykerê Ehmedê Xanî bînin pêş çavê xwe û deng bidin' 2018-06-06 11:50:14 AGIRÎ - Hilbijêrên Bazîdê bertek nişanî avakirina kafe-restaurant a li şûna Peykerê fîlozof û zanyarê kurd Ehmedê Xanî ku ji aliyê Qeyûmê ve hat rûnaxandin dan. Hilbijêran diyar kirin ku dema hûn çûn ser sindoqan peykerê Ehmedê Xanî yê hat rûxandin bîrin pêş çavên xwe.    Peykerê Fîlozofê Kurd Ehmedê Xanî yê di nava Parka Ehmedê Xanî ya li ser Rêya Agiriya Mezin a navçeya Bazîda Agiriyê di 22’yê Hezîran 2017’an de ji aliyê Qeymeqamê Şaredariya Bazîdê Ulaş Akhan ve hatibû rûxandin. Qeyûm Akhan piştî peyker rûxand daxuyanî dabû û gotibû: “Ji ber xebatên çêkirina rê, kaldirim û sererast kirina sitargehê peykerê Ahmed-î Hanî ji ber qezayê zirar dît. Ji ber vê yekê xebatkarên me yên şarêdariyê peyker ji cihê wê rakirin. Şaredariya me bi heman awayî ji bo peyker li şûna wê danîn siparîş dane û dê di demek nêz de dîsan danin cihê wê.” Tevî ku salek di ser rakirin peyker re derbas bû jî, peyker dîsa nedanîn cihê wê û li şûna peykerê Ehmedê Xanî “Sara Harman Cafe-Restaurant-Baçeyê Çayê yê Malbatan” hat avakirin.    Hilbijêrên Agiriyê û Bazîdê bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku kesên diçin ser sindoqê divê vê dîmenê bînin pêş çavên xwe û dengê xwe bidin. Hilbijêran anîn ziman ku ew dê li ser sindoqan bersîva rakirina peykerê Ehmedê Xanî bidin. Şênî û hilbijêrê Bazîdê Zabıt Dilaver, destnîşan kir ku  Ehmedê Xanî ji bo wan gelek girîng û pîroz e û wiha got: "Agirî û Bazîd bi fîlozofê kurd Ehmedê Xanî tê nasîn. Peykerê wî rakirin û li şûna wî cafeyan ava dikin. Em li hemberî vê neheqiyê nikarin bêdeng bimînin. Ji bo peyker li nava Bazîdê cih bikin ez dê dengê xwe bidim HDP’ê    PEYKER BÎNIN PÊŞ ÇAVÊN XWE Û DENG BIDIN   Welatî û hilbijêr Ayşe Yildiz  diyar kirin ku peyker rakirin û li şûna wî restaurant ava kirin û wiha got: "Em vê yekê qebûl nakin. Hem peyker xera dikin û hem jî tên dengan ji me dixwazin. Bi kijan rû dên dengan dixwazin. Dema em biçin ser sindoqê em dê Ehmedê Xanî bînin pêş çavên xwe."    Welatî Mustafa Taştan jî anî ziman ku li şûna peykerê Xanî kafe-restaurant ava kirin û wiha got: "Bi armanca deriyê rantê li hevalên xwe vekin wisa kirin. Berê mirov biçûn li wê parkê bê pere rûdiniştin û bêhna xwe didan. Lê niha kirin restaurant û baxçeyê çayê. Kirin qada rantê. Divê teqez peykerê Xanî li cihê wî bê çikilandin. Em dê di 24'ê Hezîranê de bersîva vêyekê bidin. Em dê hesabê peykerê Xanî bipirsin.    Hevserokê HDP'ê yê Bazîdê Talat Kaya jî diyar kir ku gelê herêmê qîmetek mezin dida Ehmedê Xanî û wiha got: "Ehmedê Xanî ne tenê nirxê gelê kurd e. Mîrateya cîhanê ye. Piytî peyker hat xerakrin gel bertekên mezin nîşanî qeyûm dan. Salek derbas bû, lê qeyûm gotina xwe pêk neanî. Niha li şûna wê kafe û restaurant ava kir. Gel dê hesabê vê yekê bipirse. Gel dê di hilbijartinê de bersivek baş bide qeyûm û AKP’ê."