Zengîn a darvekirî hat dîtin defin kirin 2018-06-06 11:04:39   WAN - Li Gundê Dêgîrî yê Navçeya Qelqeliyê ya Wanê jina 23 salî Cansu Zengin bi awayekî şik bi darvekirî mirî hat dîtin. Malbatê piştî otopsiyê, cenazeyê Zengîn li gund defin kirin.    Li Gundê Dêgirî yê Qelqeliya Wanê hat îdîakirin ku jina 23 salî Cansu Zengin întihar kiriye. Zengîn li malê darvekirî hat dîtin. Zengîn ku zewicî bû û 5 meh ducanî bû jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Zengîn birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêma Wanê. Piştî otopsiya cenazeyê Zengîn, dozgeriyê cenaze teslîmî malbatê kir. Malbatê piştî karê otopsiyê cenazeyê Zengîn di saetên şevê de li gund defin kirin. Piştî duh bûyer pêk hat, Endamên Platforma Jinan a Ahtamara ji çûn pêş morga nexweşxaneyê û malbat ziyaret kirin.