Demîrtaş dê li girtîgehê mîtîngê pêk bîne 2018-06-06 10:25:46   NAVENDA NÛÇEYAN – Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattin  Demirtaş, di hesabê twitterê de diyar kir ku dê saet di 11.00’an de mîtîngê pêk bîne û got: "Ez bawer dikim ku di cîhanê de yekem car namzetekî Serokomarekiyê dê li girtîgehê axaftina mîtîngê bike."      Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, di hesabê Twitterê de daxuyanî da û diyar kir ku dê saet di 11.00'an de li girtîgehê mîtingê pêk bîne. Demirtaş got: "Ji hemû kesî re roj baş. Bawer dikim ku di cîhanê de yekem car namzetekî serokomariyê dê li girtîgehê axaftina mîtîngê bike. Îro saet di 11.00'an de li ser amûrên medya civakî ya HDP'ê bang li we dikim. Bi heviya hevdîtinê..."