ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2018'AN 2018-06-06 09:00:28 * Parlementerê HDP'ê yê girtî Abdullah Zeydan bi namzetê serokomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş re di heman hucreyê de tê girtin, diyar kir ku ew tenê beşdarî mîtînga Demîrtaş dibe û wiha axivî: "Dema mirovek tenê li ser navê milyonan kesî di mîtîngê de çepikan dixe û dirûşman berz dike gelekî zehmet e. Di mîtîngê de gotinê qerfî û yên bi bandor dihêle ku rûyê min bikene, hêz dide min û ew westandina min ji holê radike." * Akademîsyen Asli Aydemîr, diyar kir ku halên jinê yên di danezanên hilbijartinê yên partiyan de cih digire, mirov nikare ji bîrdozî û nêzîknatiya rola zayendiya civakê ya partiyan cuda bigire dest û wiha got: “Takene partiya ku bibe bersîvea daxwaza jinê HDP ye."    * Namzetê HDP'ê yê Osmaniyeyê karkerê înşeatê Muslum Çagan, anî ziman ku ji bo di Meclîsê de bibe dengê hevalên xwe yên karker ew bûye namzet.    * Namzeta HDP'ê ya Edeneyê Sever Ûzûn anî ziman ku HDP partiya hemû derdoran û jina ye û got: "Em di 24'ê Hezîranê de hesab ji kesên ku mirinê dixwazin bipirsin."    * Namzeta HDP'ê ya Antalyayê rojnamevan Gulsum Guzel, bal kişand ser polîtîkayên azadiya zayendiyî ya partiya xwe û got: "Ji bo jin bi awayekî azad bijîn û mafê nûçewergirtinê ya gel neyê astengkirin em dengê xwe bidin HDP'ê."    * Serokê Komeleya Ekolojî û Derdorê (EKOSTER) yê berê Ercan Teker, diyar ku di serdema AKP'êde hewaya Dîlovasi gelek qirêj bûye û ji bo hewa qirêj bûye dê rêjeya dengê AKP'ê kêm bibe.    * Rojnameger Ercan Sezgîn, niqaş û daxwazên hikûmetê yên operasyonê nirxand û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê hebûna xwe bi tunebûna kurdan ve girêda ye. Sezgîn, anî ziman ku neyarî jî pîvan û sincekî wê heye, lê pîvanên neyariya AKP'ê nema ye.    * Cihan Ozçelikoglu ku ji midûrtiya restoranê îstîfa kir, li  Kadikoyê serê sibê rojnameyan belav dike û êvaran jî bi manîna xwe ya haparlorên deng lê bar kiriye ji bo HDP’ê kar dike.    * Danişîna doza Hevserokê Gişti yê DBP'ê Mehmet Arslan ku bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" tê darizandin û heta 15 salan ceza jê tê xwestin dê li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)   * Yekemîn danişîna doza 14 jê girtî 22 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî yên li zanîngehê pankart vekirin û doz li wan hat vekirin dê li Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê bê dîtin. (10.30)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, dê li Mêrdîn û navçeyên wê bi gel re bê cem hev. (11.00-19.00) Hevserokê Gişti yê HDP'ê Sezaî Temellî, jî dê bi heman armancê li Semsûrê tev li mîtînga HDP'ê bibe. (16.00)    * Namzetên HDP'ê û rêveberên HDP'ê dê li gelek bajar û navçeyan ziyaretên xwe berdewam bikin. (11.00-22.00)