Polisan li Serêkaniyê mudaxaleyî girseya HDP'ê kir: Gelek kes binçavkirin 2018-06-05 20:31:35   RIHA - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Serêkaniyê gel ziyaret kir. Polîsên, mudaxaleyî girseya ku tev li şahiya pêşwazîkirinê bûn, kir û gelek kes binçav kirin.    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de piştî li navçeya Wêranşarê ji aliyê hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin derbasî navçeya Serêkaniyê ya Rihayê bû. Temelllî li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ji aliyê girseyek bi coş ve hat pêşawzîkirin. Di ketina navçeyê de polîs û tîmên taybet bend li pêşiya HDP’ê danî û xwestin girse Temellî pêşwazî nekin. Li gel hemû bendan Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî û namzetên HDP’ê yên Serêkaniyê hatin cem hev. Piştî axaftina Temelî, polîsên li buroya hilbijartinê ya li ser rêya Wêranşarê mudaxaleyî girsê kir û xwest ciwanan binçav bike. Piştî demekê niqaş derket polîsan xaza îsotê avêt nava girsê û gelek kes binçav kirin. Komê nerazîbûn nîşanî polîsan da dirûşme berzkirin. Pişti bûyerê gelek polîs hatin cihê bûyerê û liv û tevgera polîsan zêde bû. Hat diyar kirin ku polîsan alên HDP'ê yên li pêş buroyê daliqandibûn jî jê vekirin.