Li Wanê jinek bi awayekî şik 'întiîhar' kir 2018-06-05 19:50:19   WAN - Li Gundê Dêgîrî yê Navçeya Qelqeliyê ya Wanê jina 23 salî Cansu Zengin bi awayekî şik bi darvekirî mirî hat dîtin.    Li Gundê Dêgirî yê Qelqeliya Wanê hat îdîakirin ku jina 23 salî Cansu Zengin întihar kiriye. Zengîn li malê darvekirî hat dîtin. Zengîn ku zewicî bû û 5 meh ducanî bû jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Zengîn birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêma Wanê.    Der barê sedem û şiklê întiharê de agahî nehat bidest xistin.