HDP rastî eleqeyek gelek mezin tê 2018-06-05 18:06:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên HDP’ê bi tempoyek xurt lez dan xebatên hilbijartinê, li sûk, bazar, kolan, taxa, gund, navçe û bajaran digerin, beşdarî civîn, stant û vekirinên buroyan dibin, bi gelre sohbet dikin û deng dixwazin.”    Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Wan, Hatay, Edene, Mêrsîn, Antalya û Osmaniyê, derê bi derî geriyan, belavok belav kirin û bi gel re hatin gel heve.    Li Wanê bi pêşengtiya jinan xebatên hilbijartinê hatin meşandin û belavok li tax û gundan hatin belavkirin. Aktîvîstên TJA li taxan civîn pêk anîn û broşur li gel belav kirin.    Rêxistina HDP’ê ya Edenê jî li navçeyên Seyhan û Ceyhanê çûn  serdana dikandaran û komeleya Elewiyan ziyaret kirin.    Li Mêrsînê jî HDP’î çûn serdana dikandar û komeleyan û pirsgirêkên welatiyan guhdar kirin.    HDP’a Antalyayê jî, li navenda bajêr stant vekir, li gel belavok belav kirin û çûn serdana dikandar û malbatan.    Namzetên HDP’ê bi endamên partiyê re li Osmaniyê jî, der bi derî geriyan û malbata ziyaret kirin. HDP’iyên rastî eleqeyek mezin hatin, zarokên piştgirî dan wan bê navber “Bijî HDP” berz kirin.   Li Hatayê jî, namzetê HDP’ê li navçeyê Kirikhan û Antakya yê esnaf  û welatî ziyaret kirin û derbarê wate û girîngiya hilbijartinê de gel agahdar kirin.