Serlêdana parêzerên Ocalan dîsa hat redkirin 2018-06-05 17:06:30   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgariya Komarê ya Bûrsayê dan. Serdozger serlêdana parêzeran cara 761’an red kir.   Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Faîk Ozgur Erol, Ebru Gunay û Sînan Zîncîr bi armanca bi muwekilê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevditin bikin cara 761'emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serdozger serlêdana parêzaran red kir.   Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve parêzer nikarin bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Heta niha 761 caran serlêdanên parêzeran bi hinceta "Rewşa hewayê nebaşe", "Koster xirabeye" û “OHAL’ê" hatin astengkirin.