Rêjîma Îranê deriyê sînorê Xaneqînê ji bazirganiyê re girt 2017-10-15 10:48:03 NAVENDA NÛÇEYAN- Rêjîma Îranê deriyê bazirganiyê yê li bajarê Xaneqînê yê girêdayî Diyalayê ku dikeve ser sînorê Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê bi temamî ji bazirganiyê re girt. Rejîma Îranê piştî referandûma Başûrê Kurdistanê gotibû ku dê hemû deriyên bazirganiyê yên di navbera Başûrê Kurdistanê û Îranê de bigirin. Yek ji wan deriyên bazirganiyê yê li bajarê Xaneqîn a girêdayî parêzgeha Diyalayê ku dikeve ser sînorê Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê îro bi temamî ji bazirganiyê re girt.   Hat zanîn ku dê çûn û hatina welatiyan a di navbera Başûr û Îranê de bi awayekî asayî berdewam dike. Rejîma Îranê ji roja ku referandûm hat lidarxistin, heya niha bazirganiya neftê ya di deriyê Perwêzxan re dabû rawestandin. Lê, niha derî bi temamî ji her cure bazirganiyê re girtin.