Parêzer Demîr ji bo mûwekîlê xwe bibîne çû qereqolê û hat binçavkirin 2018-06-05 15:54:20   STENBOL - Parêzer Ramazan Demîr ji bo mûwekîlê xwe bibin çû qereqolê û hat binçavkirin.    Li Stenbolê, parêzer Ramazan Demîr ji bo mûwekîlê xwe bibîne çû qereqolê û hat binçavkirin. Hinceta binçav kirina Demîr, parvekirinên medya civakî hat nîşandan. Hat zanîn ku polîsan Demîr ji bo dozger îfadeya wî bigire, birin Edliya Çaglayana Stenbolê.