TSK di hewldana dorpêça Efrînê de ye 2017-10-15 10:47:21 ENQERE - Tirkiyeya ku bi hewldan dorpça Efînê ket Idlibê, dest bi amadekariyan kir. Her çendî rejîma Sûriyeyê ji Tirkiyeyê got "vekişe" jî û ev wekî hevkariya her du aliyan tê şîrovekirin. Piştî pêvajoya Astananê Tirkiyeyê bi Îran û Rusyayê li hev kirin û ket Idlibê, lê armanca wê ya esasî dorpêça Efrînê ye û di vê çarçoveyê de amadekariyan dike. Li gorî nûçeya di Hurriyetê de cih girtiye, dê Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li Çiyayê Bereket ê Idlibê, wekî Tevgera Mertalê Firatê û li Herêma Federal a Kurdistanê Fermandariya Yekîneyên Piştgiriya Pêşveçûyî (ÎDBK) ava bike. Tê gotin ku dê li Çiyayê Bereketê leşkeran bi cih bikin û hemû pêdiviyên wan bên pêşwazîkirin, dê bi konteynirên taybet bajarekê ava bikin.   Hat diyarkirin ku li cihê ku qasa wê tê kirin, çeper tên kolandin, di çarçoveya xebatan de bi tang û maşîneyên zirxî ewlehî tê girtin.   Li gorî agahiyan dê li Çiyayê Bereket di nava 10 rojan de ÎDBK bê avakirin û plan bi dawî bibe û ev tişt hat gotin: "Bi vê re dê TSK di heman demê de ji bo pêşî li êrîşeke ku PYD bixwaze ji Efrînê re pêk bîne bide girtin. Tê plankirin ku dê li ser sînorê Efrînê li herêmên wekî Kaptan El Cebel, Dar Ta Îzzahê noqteyên çavdêriyê bên avakirin. Bi vê dê Efrîn bê dorpêçkirin."   Di vê navberê de li ser sînorê Sûriyeyê hêzeke zêde ya leşkerî tê bicihkirin, maşînên kar ên zirxî jî derbasî Sûriyeyê bûn.   Li gel van hemû qewimînan, duh rejîma Sûriyeyê berê xwe da Tirkiyeyê û got ku "Demil dest ji Idlibê derê", lê ev wekî mutabaqata ku li hev kirî hat şîrovekirin. Tirkiye bi erêkirina Rûsiya û Îranê ket Idlibê, dê daxuyamiyên rejîma Sûriyeyê hincet bidin nîşan û bêjin ku "ruxmê daxuyaniyên rejîmê" jî "Em dikevin herêmê" û bixwazin hewayeke wiha biafirînin. Bi vê jî dixwazin qaşo bandora xwe ya li ser komên ku li dijî rejîmê şer dikin bidin nîşan.