Ji bo tevlîbûna danişîna Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan bang 2018-06-05 14:41:34 AMED - Komîsyona Hiqûqî ya DBP’ê, ji bo tevlîbûna danişîna Hevserokê Giştî yê partiyê Mehmet Arslan a sibe bê dîtin, banga tevlîbûnê li hemû kesan kir.  Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, ji ber bertek nîşanî operasyona TSK û OSO’yê ya li dijî Efrînê da û fealiyetên partiya siyasî di 8’ê Sibatê de li Amedê hatibû girtin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê îdianameya der barê Arslan de amade kiribû heta 15 salan ceza dixwaze. 1'emîn danişîna doza Arslan dê sibê li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. Komîsyona Hiqûqî ya DBP’ê, derbarê danişîna Arslan ya sibe bê dîtin, li Navenda Giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist.    Endama Komîsyona  Hiqûqî ya DBP’ê Cemîle Turhalli Balsak, diyar kir ku yekem danişîna  Arslan dê sibe bê dîtin û dê wî neyinin danişînê. Balsak, bang li hemû hêzên demokratîk kir ku beşdarî danişîna Arslan bibin.