Buyerên li Muglayê ji parêzeran veşartin û di çapemeniyê de weşandin 2017-10-15 10:45:00 MUGLA – Du bûyerên li Muglayê qewimîn, di roja destpêkê de ji hêla parêzer Gunfer Karadenîz ve hatin şopandin, bertek nîşanî daxuyaniya Serdozgerê Komarê yê Muglayê da, diyar kir ku bi hinceta "ewlehiyê" agahî nedane parêzeran, lê bi çapemeniyê re hatiye parvekirin. Di 4'ê Cotmehê de 7 kes li Muglayê hatibûn îşkencekirin û wêneyên wan ên tazî hatibûn weşandin û di 5-6'ê Cotmehê de hatibû îdiakirin ku 6 kes di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane. Parêzer Gunfer Karadenîz da zanîn ku hêj şopên înfazê nehatine zelalkirin, tenê der barê kesên ku wêne weşandine de lêpirsîn hatiye destpêkirin.   ‘JI BO TEŞHÎRÊ WÊNE KIŞANDIN’   Karadenîz da zanîn ku ew di serî de heta niha bûyerê dişopîne, di 7'ê Cotmehê bi kesên di bin çavan de mane re hevdîtin kiriye. Karadenîz aşkera kir ku wê bi Ekrem Altay, Veysî Şengîl û Velat Asan re hevdîtin pêk aniye, piştî hevdîtin qediya ye, bi tesadufî 3 kesên ku rûyê wan ji ber lêdanê nadihat naskirin dîtiye û navê wan hîn bûye. Karadenîz diyar kir ku wê li emyetê xwestiye bi 3 kesan re hevdîtinê pêk bîne, bi gotinên wekî "ew naxwazin" hatiye astengkirin û piştrast kir ku miwekîlên wê li enyetê mafê bêdengiyê parastine û wiha got: "Leşker û polîsan bi awayekî dijwar îşkence li miwekîlên min kiribûn."   Karadenîz piştrast kir ku ruxmê hemû hewldanên wan jî, tenê dozgeriyê der barê kesên ku wêne weşandine de lêpirsîn daye destpêkirin û wiha pê de çû: "Dozger ji bo wêneyên kişandî pênaseya 'ev pêkanînek asayî ye' kir, da zanîn ku ji ber ku weşandina van wêneyan şaş e wan lêpirsîn daye destpêkirin. Ev wêne ji bo teşhîrkirinê kişandin û weşandin. Ev pêkanîn rûnet şikandin e."   ‘EM DIZANIN KU ÎNFAZ KIRINE’   Karademîz destnîşan kir ku der barê cenzeyan de serlêdanan dest pê kiriye, di beşa laş a pêşiyê ya cenazeyan de şopên guleyan tune û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tu birînên pevçûnê di cenazeyan de tune. Ji ber wê em rastî şopeke pevçûnê nehatin. Malabatên ku cenaze dîtin jî gotin ku cenaze şewitî ne. Dibe ji ber îşkenceyê be. Şopên guleyan hebe jî di piştê de heye. Ev ne tesadufî ye. Van di pevçûnê de jiyana xwe ji dest neda, bi îşkenceyê înfaz kirin, em êdî vê dizanin."   3 CENAZE LI TIBA EDLÎ NE   Karadenîz derbirî ku destpêkê gotine ku rapora muayeneya mirinê û otopsiya pêşîn "tune ye" û piştre bi biryara "veşarî" hêj nedane wan, piştrast kir ku hêj li Morga Tiba Edlî ya Moglayê 3 cenaze hene û nasnameyên wan diyar nekirine. Karadenîz, destnîşan kir ku heke nasnameya wan zelal nebe, dê di nava 15 rojan de li goristana bêkesan bên definkirin.   ‘DOSYAYA VEŞARÎ DI ÇAPEMENIYÊ DE WEŞANDIN’   Li ser "fikarên înfazê" Serdozgerê Komarê yê Muglayê daxuyanî dabû, Karadenîz nerazîbûn nîşanê daxuyaniya dozger jî da û gotina serdozger a "hêj lêpirsîn tune" bi bîr xist û got ku "Rewş hatiye asta teqîbatê."   Karadenîz anî ziman ku nirxandinên serdozgeriyê ên wekî "Endamê PKK/KCK'ê ne" jî di warê hiqûqî de ne rast e û ev tişt got: "Heta duh jî bi hinceta di dosyayê de biryara veşarî heye tu agahî nedidan me. Agahiyên bi hiqûqnasan re parve nakin, di çapemeniyê de diweşînin. Heke dozger agahiyên wiha dabin, wê debê biryara veşarî tune." Karadenîz herî dawî diyar kir ku ev bûyera li Muglayê ne tesaduf e, bi vê dixwazin raya giştî ji şer re amade bikin û vê yekê wekî ketina Idlibê dixebitînin.   MA / Rûken Demîr