Balukenê HDP'î bereat kir 2018-06-05 12:33:41 AMED - Li Wekîlê HDP’yê Amedê Îdrîs Baluken yê dema çû girtîgehê û xwînera karda hefiza li ser wî hat girtin, doz lê hatibû vekirin. Danişîna doza Balûken ku heta 5 salan ceza dihat xwestin hat dîtin. Dadgehê doza Balûken beraet kir.   Wekîlê HDP’ê û Endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Balukan dema 18’ê Mijdara 2011’an de xwest ji bo hevdîtinê biçe Girtîgeha Tîpa D a Amadê di bêrîka wî de xwînera karta hafıza li ser wî hatibû dîtin. Dozger bi hinceta amûrê qedexe xistiye girtîgehê doz lê vekir û ji 2 salan heta 5 salan ceza xwestin. Li ser mijarê danişîna dawî ya biryarê hat dîtin. Îdrîs Baluken ji Girtîgeha Tîpa F Hêjmar 1 a  Sîncanê beşdarê danişînê nebû. Danişîn li 3'emîn Dadgeha Cezaya Esliyeya Hiquqê ya Amedê hat dîtin. Dadgehê bê ku Baluken tevî bibe danişînê pêk anî.  Di destpêka danişînê de parêzer Yalçındag mafê axaftinê girt. Yalçindag destnîşan kir ku rapora zanyarên li ser karta hafizayê hat û di raporê de tê diyarkirin ku karta mijara gotinê ne cîhazeke eletironik ya ragihandinê ye. Daxwaza me ev e ku biryara derbarê Baluken de di çarçoveya rapora zanyarê kartê de bê dayîn. Dadgerê ku li ser dozê biryara xwe da got ku “îdiaya tewanbariya Baluken a ku eşyayê qedexe dixist girtîgehê neketiye meriyetê û pratîka yasayî pêk nehatiye’. Li ser vê biryara bereatê da.