'Poşmantiya herî mezin dê şeva 24’ê Hezîranê bijîn' 2018-06-05 12:28:13   NAVENDA NÛÇEYAN - HDP her roj xebatên hilbijartinê heya paşîvê berdewam dike. HDP’iyên li hemû qadan rastî eleqeyek mezin a gel tên, diyar kirin ku roja 24’ê Hezîranê dê tifaqa AKP û MHP’ê winda bike.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveyê kampanyeya hilbijartinê de heya derengiya şevê jî xebatên xwe berdewam dikin. HDP’î heya paşîvê kolan bi kolan digerin û li hemû qadên diçinê rastî eleqeyek mezin a gel tên.Rêxistinên HDP’ê yên Aydin, Meletî, Riha û Sêrtê, xebatên li navçe, bajarok, kolan û taxan heya paşîvê berdewam kirin.  HDP’î li van bajaran buroyên hilbijartinê vekirin, çûn serdana mal û dikandaran. Namzetên partiyê li parl û qadên servekirî bi gel re hatin gel hev û heya derengiya şevê li ser girîngiya hilbijartinê sohbet kirin. Namzetan di axaftinên kirin de bal kişandin ser tecrîta Îmraliyê û ji bo serkeftina HDP’ê û Selahattîn Demîrtaş deng ji gel xwestin û gotin: "Tifaqa AKP û MHP'ê dê poşmantiya herî mezin şeva 24'ê Hezîranê bijî."