Doza Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan sibê ye 2018-06-05 10:22:06   AMED - 1'emîn danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mehmet Arslan ku heta 15 salan ceza jê tê xwestin dê li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin.    Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, ji ber bertek nîşanî operasyona TSK û OSO’yê ya li dijî Efrînê da û fealiyetên partiya siyasî di 8’ê Sibatê de li Amedê hatibû girtin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê îdianameya der barê Arslan de amade kiribû heta 15 salan ceza dixwaze. 1'emîn danişîna doza Arslan dê sibê li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran  a Amedê bê dîtin. Dozger beşdarbûyîna 10 daxuyaniyên çapemeniyê, merasîmên cenaze û parvekirinên li ser medyaya civakî yên di navbera 2017-2018’an de wekî hincet nîşan da û xwest bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji 7 sal û nîvan heta 15 salan Arslan bê cezakirin.  Arslan dema ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê di 19’ê Sibatê de sewqî Girtîgeha Tîpa L a Kalkandera ya Rîzeyê hatibû kirin, ji ber ku ferzkirina lêgerîna tazî qebûl nekiribû ew biribûn odeyeke bê kamare û nêzî 10 gardiyan ew derb kiribûn û Arslan ji ser hişê xwe çûbû.