Wêneyên îşkenceya polisan 2018-06-05 10:20:57   STENBOL - Weneyên îşkence kirina 4 kesên li Bagcilarê di kontrola polîsan de hatin binçavkirin û birin qereqolê derketin holê. 4 kesên bi awayekê tund rastî îşkenceyê hatin, bi kalorîferan ve hatin kelepçekirin.    Di pêvajoya OHAL’ê de gelek kes dibin çavan da hatin îşkence kirin û îdîaya îşkence kirinek din a dibin çavan de li van îşkenceyan zêde bû. Li navçeya Bagcilara Stenbolê di şeva 16’ê Gulanê de, 4 kesên di wesayîtê bi rê diçin, di kontrola polîsan de bi hinceta li gel wan çifte hebûye hatin binçavkirin. Polîsan 4 kesên birin Midûryeta Polîsan a 100. Sal Kemalpaşa ya Bagcilarê înkence kirin. Wêneyên 4 kesên rastî îşkencê hatin derketin holê. Ji wêneyên ketin dosyeya lêpirsînê jî xweya dike ku 4 kes bi awayekê tund hatine îşkencekirin û bi kalorîferan ve hatin kelepçekirin.    DI ODEYA BÊ KAMERA DE ÎŞKENCE KIRIN    Li gorî vegotinên Serkan Sezer ê rastî îşkenceyê hat, şeva Çarşemba 16’ê Gulanê li ser rêya Kolana 4’emîn pêkanîna kontrole dest pê kir. Sezer, diyar kir ku di dema lêgerîna de, piştî polîosan çifteya bavê wî di wesayîtê de dîtin heqaret li wan kirin û wiha got: “Em bertek nîşanî helwesta polîsan dan. Li ser vê yekê em paşve kelepçe kirin û birin Midûryeta Polîsan a 100 Sal a Kemalpaşa. Li qereqolê di odeyeyekê bê kamera de komek polîs hatin û îşkence li me kirin. Dûre em birin qereqolek din.”    RAPORA ÎŞKENCE KIRINÊ NEDAN   Sezer, da zanîn ku şeva xwe li qereqola duyemîn derbas kirin û wiha pê de çû: “Rojek şûnde em berdan. Berî me berdin, em birin nexweşxanê. Ligel ku li ser rûyên me şopên lêdanê hebûn jî, bijîşkan rapora îşkenceyê nedan me. Piştî em hatin berdan ez çûn dozger û min derbarê polîsan de serlêdana sûc kir.” Hat zanîn ku lêpirsîn hîna berdewam dike û  4 kesên rastî îşkenceyê hatin serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a STenbolê dan û piştgiriya hiqûqî xwestin.    JI BO MECLÎS Û WEZARETÊ SERLÊDAN KIRIN     Rêveriyên ÎHD’ê hem serî li Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê û hem jî Wezarekta Karê Hûndir dan.     MA / Hayrî Demîr