Bêrîvanên gund piştî îşkence li şivanan hat kirin 5 roj in naçin zozanan 2018-06-05 09:59:24   COLEMÊRG -Li Gundê Nêrdûşê yê Şemzînanê piştî eskeran li 4 şivanan îşkence kir, berîvanên gund 5 rojin naçin zozanan û nikarin bêrivaniyê bikin. Bêrîvanan bertek nîşanî îşkenceya eskeran dan û gotin "Bes e êdî. Em vê dojehê naxwazin."    Li Gundê Nêrdûşê yê Şemzînanê eskerên ku derketibûn operasyonê di 1'ê Hezîranê de li 4 şivanên gund îşkence kiribûn. Şivanên gund Nasir Taş, Ramazan Aktaş û şivanên gund ên ji Urmiyê Esmail Arap û Muhsin Çavşî rastî îşkenceya giran hatibûn. Bedena wan reş û şîn bûbû. Piştî îşkenceya eskeran bêrîvanên gund 5 rojin naçin zozanan û naçin bêriyê. Bêrîvanan diyar kirin ku piştî îşkence li şivanên wan hatin kirin 5 rojin naçin pezê xwe nadoşin. Bêrîvanan diyar kirin ku ji tirsa ku îşkence li wan bikin naçin zozanan û nikarin biçin bezê xwe bidoşin. Bêrîvanan anîn ziman ku 3 salin zozan li wan tên qedexekirin û her dem di bin vizîna guleyan de dijîn. Bêrîvanên ku dema çûn beriyê û dîtin Nasir Taş rastî îşkenceyê hatiye, qala wê rojê û îşkenceya eskeran kirin.    'ESKERAN GOTINÊN XERAB JI MERE GOTIN'   Xizma Ramazan Taş Fatma Taş (52), qala wê rojê kir û wiha got: “Nîvro bû dema em çûn pezê xwe bidoşîn, me dît ku li şivanan îşkence dikin. Dema em çûn 3 şivan hebûn. Rastî îşkenceyê hatibûn. Piştî em gihiştin cem wan, leşkeran em ji maşînê daxistin û gotinên qirêj ji mere gotin. Gule berdan tekerê maşîna me. Neheqî li me kirin û pirsa "PKK'î li ku en?' ji me pirsîn. Min got 'Her der dar û ber e. Dibe ku li her derê bin. Ez çizanim li ku ne. Biçin bibînin. Pişte gef li mexwarin'   ÊDÎ BES E'    Taş, da zanîn ku piştî leşkeran neheqî û gotinên xerab ji wan re got, li maşîna xwe suyar bûn û çûn qereqolê û wiha lê zêde kir: "Piştî esker çûn em li Ramazan Taş geriyan. Me ew di nava çiyê de di halê mirî de dît. Terki mirinê hatibû kirin. Piştre gundi hatin û me ew bir. Li vir tenê debara me selawkarî ye. Ji ber sewalkariyê em neçarin li zozanan bijîn. Lê her dem guleyan davêjin me. Em di bin vize viza guleyan de sewalkarî û bêrîvaniyê dikin. Ew çi bikin em warê xwe terk nakin. Em dibêjin êdî bes e. Her der li me kirin dojeh. Em dojehê naxwazin."    ÇAVSORIYÊ DIKIN   Dayika Ramazan Aktaş Berivan Gulhan Aktaş (55) jî qala wê rojê kir û wiha got: "Dema em çûn bêrîvaniyê me dît ku îşkence li kurê min kirine û li erdê dirêj kirine. Ez reviyam ku biçim ser bedena wî. Lê leşkeran gule avêtin hewa û destûr nedan ku biçim ser bedena Ramazan. Neheqî li min kirin. Warê me li me dikin dojeh. Em dojehê naxwazin. Çavê eskeran sor bûye. Har û dîn bûne û bi dora xwe dikevin. Zozanê me li me qedexe dikin. Em nikarin biçin zozanên xwe. Li vir 17 malbat bi koçeriyê û li zozanan debara xwe dikin."    MA / Fethî Balaman