Welatiyên Fatîhê: Divê teqez HDP biçe meclîsê 2018-06-05 09:30:04 STENBOL – Li navçeya Fatihê ya Stenbolê xebatên hilbijartinê berdewam dikin. Rojeva welatiyên Fatîhê HDP ye. Welatiyan diyar kirin ku ji bo AKP têk biçe divê HDP biçe meclîsê. Welatiyan anîn ziman ku AKP dê di 24'ê Hezîranê de winda bike.  Rêxistinên HDP'ê xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê ya zordest li hemû bajar û navçeyên Tirkiye û gundan bi şev û rojan berdewam dike. Bi rojan namzet û rêveberên HDP'ê, tax û gundan ziyaret dikin û belavokên Çima HDP belav dikin. Bi şev jî mal bi mal digerin û buroyên hilbijartinê vedikin. Li navçeya Fatîhê ya Stenbolê jî xebatên HDP'ê kolan bi kolan tax bi tax berdewam dike. Li Fatîhê rojeva sereke HDP ye. Welatiyên Fatîhê ku wekî navenda Stenbolê tê zanîn diyar dikin ku herî zêde HDP tê hezkirin û di rojeva wan de ye. Welatiyan anîn ziman ku ji bo pergala AKP'ê bi dawî bibe divê HDP biçe meclîsê. Her çend li taxên Çarşamba û Karagumrukê beşek muhafazekar hebin jî li taxên din welatiyên Ermeni, Rum û Cuhî zêde balê dikişînin ser xwe. Dîsa hêjmarek zêde kurd li vir dijîn. Dîsa ji ber Zanîngeha Stenbolê li vir e beşek zêde xwendekar li vir dijîn. Li navçeya Fatihê di hilbijartina 7'ê hezîranêde AKP'ê ji sedî 44, 104 hezar û 219 deng, CHP'ê ji sedî 26,  61 hezar û 515, HDP'ê ji sedî 12.5, 28 hezar û 540, MHP'ê jî ji sedî 10.5 û 25 hezar deng stendibû. Herî kêm Partiya Saetê bi hêjmara ji sedî 2.85 deng stendibû.   HERÎ ZÊDE HDP XEBATÊ DIKE   Li taxa Fatîhê herî zêde xebatên HDP'ê derdikevin pêş. HDP bi stranên xwe, alên xwe û xebatên xwe li hemû tax û kolanan balê dikişîne ser xwe. Maşîneyên bangê yên HDP’ê li hemû kolan û kuçeyan digerin. Namzet li hemû kolan û taxan li nava welatiyan û esnafan digerin û belavokan belav dikin.    MAMOSTEYÊN BI KHK’Ê HATIN ÎXRACKIRIN LI HDP'Ê NE   Li buroya hilbijartinê ya Kocamustapaşa yek ji xebatkarê buroyê mamosteyê lîseyê yê bi KHK'ê hatiye îxrackirin e. Salek û niv berê bi KHK'ê hat dûrxistin. Her roji diçe buroyê û tev li xebatên hilbijartinê dibe.    Buroyên partiyên din bêdeng û xalî ne. Bi taybetî AKP xebatên wê tune. CHP li gorî AKP'ê xebatên wê bi tevgertir in. Partiya Saadetê jî ji xwe bawer e ku vê carê dengê xwe zêde bike. Li her kolan, tax û kahwexaneyan niqaşên hilbijartinê hene. Em jî li qada Kocamustafapaşa diçin kahvexaneyekê û li ser maseyekê rûdinên. Niqaşên liser hilbijartinê û krîza aborî ya Tirkiye ye. Yek ji welatiyên li ser masê diyar dike ku di 7'ê Hezîranê de dengê xwe dabû HDP’ê  Yek ji welatiyê din ji Trakya ye. Welatiyê Trakyayî diyar kir ku HDP di her axaftinê de qala kurdan dike. Li vî welatî tenê kurd nayên eciqandin. Trakyayî jî tên eciqandin. Welatiyekî din jî diyar dike ku di salên dawî de li Tirkiye hemû beşên civakê mafê wan hat binpêkirin. Lê kurd ji destpêkê de mafê wan tê xwarin. Welatiyê din destnîşan dike ku HDP bi qasî mafê kurdan diparêze mafê yên din jî diparêze.    4 kesên li ser masê rûniştine daxwaza wan a hevpar êdî çûyîna AKP'ê ye. Dixwazin dawî li pergala  AKP'ê bê. Dîsa polîtîkayên CHP'ê jî rexne dikin. Destnişan dikin ku CHP bi Muharrem Înce baş dibe. Dixwazin CHP beşek hilbijêrên xwe bidin HDP’ê û pirsgirêka HDP'ê ji holê rabe.    Disa li gelek kolanên din jî mijara sereke HDP ye. Dixwazin HDP biçe meclîsê û dawî li pergala AKP'ê bê.    MA / Yasin Kobulan