Cotkarên erdexenî: Heta ev hikûmet neçe dê tu tiş baş nebe 2018-06-05 09:27:52 ERDEXAN – Cotkarên Erdexanî, diyar kirin ku çandinî û sewalvanî qediyaye û gotin: "Em heywanan xwedî dikin û difiroşin, lê carinan em di cejnan de jî nikarin goşt bixwin. Heta ku ev hikûmet neçeî, dê tu tişt baş nebe. Ji bo ev pergal biguhere, em dibêjin HDP."  Cotkarên ku çavkaniya debara wan çandinî û sewalvanî ye, ji ber krîza aborî perîşan bûne. Cotkaran diyar kir ku çandinî û sewalvanî li ber qedandinê ye û sedema vê jî polîtîkayên hikûmetê ne. Cotkaran bal kişand ser fiyetên mazot û gubreyan û destnîşan kirin ku ji bo ev pergal biguhere divê teqez hikûmeta AKP'ê biçe. Cotkaran, got ew ê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de dengê xwe bidin HDP'ê.    'EM DI CEJNA QURBANÊ DE JÎ NIKARIN GOŞT BIXWIN'    Îskender Ozmen, diyar kir ku hindik maye top bavêjin û got: "Êdî em nikarin debara xwe bikin. Wezîrê çandiniyê cotkaran dixapîne. Sewalvanan dixapîne û li ber çavan derewan dike. Hikûmet ji derve goştê nebaş û îthal tîne, lê em li vir nikarin heywanên xwe yên sax jî bifiroşin. Heta gelek ji me nikarin di cejanan de jî goşt peyda bikin. Ji bo em ji vê rewşê xelas bibin, tekane hêviya me HDP ye."    ‘ÇANDINÎ QEDIYA'    Ozmen bal kişand ser bihabûna fiyetên gubre û got: "Berê çewalek êm bi 35 lîreyan bû, lê niha bûye 75 lîre. Lê dîsa jî em êmekî biqalîte nikarin peyda bikin. Ne em dikarin êm bikirin ne kayê bikirin û ne jî dikarine rdê xwe biçînin. Eger em çandiniyê bikin jî emd ixisirin. tekane hêviya me ew e ku ev îktîdar biçe. Belkî îktîdara nû xwedî li welatiyan derkeve. Em ji vê hikûmetê ne razî ne. Ez ê di 24'ê Hezîranê de dengê xwe bidim HDP'ê. Ji bilî wê deng nadim tu kesî jî."    ‘BILA DEMÎRTAŞ BIBE SEROKOMAR'    Cotkar Mûrat Yildiz jî, diyar kir ku êdî ew nikarin debara xwe bikin û got: "Fiyetên êm em perîşan dikin. Bi navês ewalvaniyê tiştek nemaye. Êdî em nikarin erdê xwe biçinînin. Mazot bûye 6 lîre û loma em nikarin erdê xwe bajon. Li vî welatî her tişt qediya. Niha bi navê demokrasî û azadiyê tiştek jî nemaye. Dixwazim rojek berî rojekê Selahattin Demirtaş bê berdan û bibe serokomar."    ‘BI NAVÊ SEWAŞVANIYÊ TIŞTEK NEMA'    Ekrem Şamûroglû jî, destnîşan kir ku êdî bi navê sewalvaniyê tiştek nemaye û got: "Ka bûye lîreyek, êm û gubre bûye 75 lîre, mazot bûye 6 lîre, dolar bûye 5 lîre. Lê pereyê ku em bi dest dixein, her roj bêqîmet bikin. Yên pereyan qezenc dikin qesab in. Çêleka min bi 4 hezar lîreyan dikire, lê kîloya goşt bi 55 lîreyan dide min. Loma ez ê di 24'ê Hezîranê de dengê xwe bidim HDP'ê."    Şaban Yildiz jî, ku cotkariyê dike diyar kir ku ji ber bihabûna fiyetê mazotê nikare erdê xwe bajo. Yildiz got, kesê erdê xwe najo ji yê dajo biqezenctir e û domand: "Çimkî dema em erd dajon em dixisirin. Bi salan e cotkariyê dikim. Sala çûyîn ez xisirîm. Li hêlekê fiyetên mazotê li hêelkê jî fiyetên guber her diçe zêdetir dibin. Ji ber vê ez ê di hilbijartinê de dengê xwe bidim HDP'ê." Cotkar Sabahattîn Demîr jî diyar kir ku êdî kes nikare cotkariyê bike û ji bo ev pergal biguhere ew ê dengê xwe bide HDP'ê.    MA / Mahmut Ruvanas