Oy ve Otesi: Hedefa me li 81 bajaran organîzekirina muşahidan e 2018-06-05 09:25:22 STENBOL - Komeleya Oy ve Otesî ku di hilbijartinên berê de, li 46 bajaran xebata ji bo muşahidiyê kiribû, ji bo hilbijartina niha hewl dide li 81 bajarî heman xebatê bi rê ve bibe. Seroka komeleyê Gozde Elîf Soyturk, bang li herkesî kir ku xwedî li dengê xwe derkevin.  Komeleya Oy ve Otesî ku ji sala 2014'an ve hilbijartina didomîne, di hilbijartinên berê de li 46 bajaran xebata ji bo muşahidan kiribû. Lê belê ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê hewl dide vê xebatê li tevahiya Tirkiyeyê bike. Seroka Komeleya Oy ve Otesî Gozde Elîf Soyturk, der barê xebatên komeleyê de agahî dan.    ‘HEDEFA ME 81 BAJAR IN'    Soyturk, destnîşan kir ku cara ewil wan di 30'yê Adara 2014'an de di hilbijartinên herêmî de ji bo organîzasyona muşahidiya dildar wan platformek ava kiriye û di nav heman salê de wan ev platform veguherandiye komeleyê. Soyturk, da zanîn ku di hilbijartinên berê de ji bo sindoqên hemû bajarên Tirkiyeyê endamên wan tune bûn û got: "Berê me li 46 bajaran xebat bi rê ve dibirin. Lê di vê hilbijartinê de me ev xebat li 81 bajarî dan destpêkirin. Organîzasyona me li hemû bajarên Tirkiyeyê dest pê kir. Hêvîdar im em ji bo hemû sindoqan muşahidan organîze bikin." Soyturk, diyar kir ku wan kêmasiyên xwe yên di hilbijartinên berê de temam kiriye û got: "Me hejmara ji 46 bajaran kir 81 bajar. Lê dibe ku li hemû navçeyên vana bajaran organîzasyona me tune be. Hedefa me ew e ku em muşahidan deynin ser hemû sidnoqan, lê pêşaniyên me jî hene. Ew jî, navçeyên ku valahiyên partiyên siyasî lê hene. Me nexşeyek çêkir. Di wê nexeşeyê de navçeyên ku me bi pênûsa sor îşaret kirine, pêşaniyên me ne. Li gorî yên din pêdiviya van navçeyan bi peywirdar û muşahidên sindoqan hene. Ev der hedefa me ya ya sereke ye."    Soyturk, destnîşan kir ku kesên bixwazin dikarin li ser oyveotesi.org'ê qeyda xwe çêbikin.    Soyturk, destnîşan kir ku divê herkes tev li vê pêvajoyê bibe û ligel wan xwedî li dengê xwe derkeve.    MA / Sadiye Eser