‘Reçeteya çareserkirina pirsgirêkan li cem me ye' 2018-06-05 09:24:17 OSMANIYE – Namzetê HDP'ê yê Osmaniyeyê Ahmet Eken, diyar kir ku ji ber polîtîkayên wê yên aştiyê wî HDP'ê tercîh kiriye û got: "Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan reçeteya me heye. Em ê van tiştan hemûyan tevî gel bikin."  Namzetê HDP'ê yê Osmaniyeyê Ahmet Eken, bi salan di nav siyaseta kurd de bi awayekî çalak xebitiye. Eken, di sala 1963'yan de li Dêrika Mêrdînê hatiye dinê û di sala 1970'yî de tevî malbata xwe koçî Mêrsînê kiriye. Bavê 4 zarokan Eken, di sala 2009'an de ji Turk Telekomê teqawid bû û bi awayekî çalak tev li siyasetê bû. Eken, anî ziman ku ji ber polîtîkayên wê yên aştiyê wî HDP tercîh kiriye.   'TEVAHIYA WELAT HATIYE FIROTIN'    Eken, der barê xebatên xwe yên hilbijartinê de agahî dan û ji ber ku saziyên cemaweriyê arizî kiriye, AKP'ê rexne kir. Eken got: "122 sazî û dezgehên cemaweriyê hatine firotin. Bankeyên cemaweriyê hemû hatine firotin. Hema bêje tevahiya welat hatiye firotin. Divê gel li dijî arîzîkirin xwedî li dengê xwe derbikeve. Eger birêz Demîrtaş bibe serokomar û em jî biçin Meclîsê, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan reçeteya me heye. Em ê vê yekê tevî gel bikin."    'TIŞTA HERÎ XWEŞIK AŞTÎ YE'    Eken, destnîşan kir ku zeviyên çandiniyê ji îmarê re hatine vekirin. Eken, bilêv kir ku pirsgirêka herî mezin betalî û avabûna xelet e. Eken got: "Em ê bi temamî bajarekî ekolojîk ava bikin. Em ê vê yekê tevî gelê xwe bikin. Ev tişt di nav projeyên me de hene." Eken, diyar kir ku gelek hilbijêr li derveyî bajêr dixebitin û bang li hilbijêran kir ku xwedî li dengê xwe derkevin. Eken, gotina Yaşar Keman "Eger çiya, mirov û heta mirin jî westiya me, niha tişta herî xweşik aştî ye" bi brî xist û destnîşan kir ku ew ê bi ser bikevin.