ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2018'AN 2018-06-05 09:00:07 * Namzeta HDP'ê ya Osmaniyeyê karker Derya Turhan got: "Bang li hemû karkerên çandiniyê dikim; ji bo jiyaneke mirovane û pêşerojeke biewle dengê xwe bidin HDP'ê."  * Berdevkê HDP'ê û namzetê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bilgen, anî ziman ku gelê bajêr ji wan dixwaze siyaseteke ku pirsgirêkan çareser bike pêş ve bixin û got: "Bi qasî ku em dibînin li bajêr dê HDP partiya yekemîn be."    * Namzetê HDP'ê yê Osmaniyeyê Ahmet Eken, diyar kir ku ji ber polîtîkayên wê yên aştiyê wî HDP'ê tercîh kiriye û got: "Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan reçeteya me heye. Em ê van tiştan hemûyan tevî gel bikin."    * Komeleya Oy ve Otesî ku di hilbijartinên berê de, li 46 bajaran xebata ji bo muşahidiyê kiribû, ji bo hilbijartina niha hewl dide li 81 bajarî heman xebatê bi rê ve bibe. Seroka komeleyê Gozde Elîf Soyturk, bang li herkesî kir ku xwedî li dengê xwe derkevin.    * Esnafên bazara Çekmekoyê, destnîşan kirin ku krîza aborî ew perîşan kirine û ji ber vê ew êdî ji bankeyan bi faîzê krediyê distînin. Esnafan got: "Em ê bersiva vê yekê di sindoqan de bidin."   * Prof. Dr. Fatmagul Berktay, anî ziman ku hin partiyên siyasî ku tenê de beriya hilbijartinê têkoşîna ji bo demokrasiyê dixin rojeva xwe, bi vê vegotinê careke din jinan datînin hêlekê. Berktay, destnîşan kir ku divê jin li qada raya giştî li hemberî vê yekê bitêkoşin.    * Cotkarên Erdexanî, diyar kirin ku çandinî û sewalvanî qediyaye û gotin: "Em heywanan xwedî dikin û difiroşin, lê carinan em di cejnan de jî nikarin goşt bixwin. Heta ku ev hikûmet neçeî, dê tu tişt baş nebe. Ji bo ev pergal biguhere, em dibêjin HDP."    * Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Erzinganê, ji ber ku xwendekara zanîngehê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyê ku şiklê dil lê hebû di nav de "Kurdistan" hatibû nivîsandin parve kiriye, bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" tawanbar kir û sal û 3 meh ceza lê birî.    * Namzeta HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar ku nêzî 20 salan di girtîgehê de ma, diyar kir ku ew ê di Meclîsê de jî bibe dengê jinan û got: "Em bi dengekî dikarin faşîzmê bifetisînin."    * Danişîna doza Parlamenterê HDP'ê Îdrîs Balûken dê li 3'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Amedê bê dîtin. (10.00)   * Baroya Amedê dê rapora der barê şivanên li Şemzînanê rastî îşkenceyê hatin, li avahiya xizmeta alikariya edlî bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve bike. (11.30)   * Pirtûka Seher a Selahattîn Demîrtaş a bi kurdî dê li Amedê bi tevlêbûna Parlamenterê HDP'ê yê Enqere Sirrı Sureya Onder ji îmzeyan re bê vekirin.    * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, dê li dijî pêkanîna Cilên Yek Tîp li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (18.30)   * Hevserokên Giştî yê HDP'ê Pervin Buldan dê li Amedê beşdarî merasima 5'ê Hezîranê ya li Qada Îstasyonê bibe û pişre li Farqînê bi gel re bê cem hev. Serokê Gişti yê HDP'ê Sezaî Temellî jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê dê li Rihayê tev li ziyaretan bibin. (15.00/18.00/19.30)    * Rêxistina HDP'ê dê li gelek bajar û navçeyan xebatên hilbijartinê bi ziyaretan berdewam bikin. (13.00-22.00)